Çalakiya Nobeta Edaletê wê veguhêzin qonaxeke cuda

  • rojane
  • 10:23 15 Nîsan 2024
  • |
img
AMED - Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Eylem Bîrtane, da zanîn ku dê Nobeta Edaletê veguhêzin qonaxeke cuda û dema amadekarî temam kirin dê daxuyaniyê bidin. 
 
Hate aşkerekirin ku Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan li gelek bajaran bi daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd dane destpêkirin dê bi çalakiyên cuda berdewam bike. Tê payîn ku bernameya têkildarî çalakiya nobetê ya li Amed, Wan, Êlih, Edene, Mêrsîn, Stenbol û Îzmîrê di rojên pêşiya me de berdewam bike. Hevseroka Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) Eylem Bîrtane, têkildarî çalakiya ku malbatên girtiyan dimeşînin axivî. 
 
Bîrtane, diyar kir ku mînaka tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin di cîhanê de nîne û wiha got: “Tecrîd êdî ji pirsgirêkeke polîtîk derketiye û veguheriye pirsgirêkeke mirovî û wijdanî.” Bîrtane, bal kişand ku tecrîd bandorê li civakê jî dike û wiha got: “Di 27’ê mijdarê de li girtîgehan berxwedana greva birçîbûnê dest pê kir. Pişt re ji aliyê dayikan ve çalakiya nobeta edaletê dest pê kir. Meşa azadiyê pêk hat.”
 
XEBAT DIDOMIN 
 
Bîrtane, anî ziman ku pêdivî hebû ku çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin û wiha berdewam kir: “Em bi dayikên di Nobeta Edaletê de axivîn û pêşniyarên wan girtin ku dixwazin çalakiyeke çawa bidin destpêkirin. Di çarçoveya vê yekê de em jî dê derbasî qonaxeke nû bibin. Xebatên me yên di vê astê de didomin. Dema amadekariyên me temam bûn, em ê têkildarî çalakiya xwe daxuyaniyê bidin.”
 
Bîrtane, xwest ku xwedî li çalakiya wan a nû were destpêkirin bê kirin û ev tişt gotin: “Divê ewilî jin û ciwan xwedî lê derkevin. Em dixwazin hemû partiyên siyasî û sazî bi hestiyarî nêzîk bibin û xwedî li çalakiya me derkevin. Em bawer dikin ku em ê serbikevin. Em beriya niha jî bi ser ketin. Ev yek dîsa pêkan e.”