Îranê, 2 kolberên kurd qetil kirin

  • rojane
  • 12:00 15 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li sînorê Seqîz û Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê du kolber di encama gulebarana hêzên rejîma Îranê de hatin qetilkirin.
 
Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di direngiya şeva 13’ê nîsanê de hin kolber li nêzîkî gundên Beytuş a Serdeştê ji aliyê hêzên çekdar ên Îranê ve hatin gulebarankirin. Hate diyarkirin ku di encama gulebaranê de kolberê bi navê Mêhirdad Ebdula Zade yê 20 salî ji gundê Marexan bû, jiyana xwe ji dest da. Her wiha hate destnîşankirin ku li herêma sînorê Bestam ya ser bi bajarê Seqîz jî kolberek ji Sine yê bi navê Umêd Seîdî, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate qetilkirin.
 
Li gorî bîlançoya Rêxistina Mafê Mirovan di sala borî de 39 kolber û kasibkarên kurd ji hêla hêzên rejîma Îranê ve hatine qetilkirin û herî kêm 10 kolber û kasibkar jî di encama ji çiya de ketina xwarê, ji serma û xeniqînê de jiyana xwe ji dest dane. Di heman sala borî de 365 kolber bi piranî di encama gulebarana rejîma Îranê û ketinan de birîndar bûn.