DÎB’ê ji bo Doza Kobanê bang kir: Li dijî bêhiqûqiyê helwestê bigirin

  • rojane
  • 12:01 15 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - DÎB’ê beriya danişîna biryarê ya Doza Kobanê ku dê di 17’ê nîsanê de pêk were, bang li sazî û partiyên siyasî kir ku li dijî bêhiqûqiyê helwestê nîşan bidin.
 
Yekitiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) beriya danişîna biryarê ya Doza Kobanê ku dê di 17’ê nîsanê roja çarşemê de pêk were, daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
Di daxuyaniya bi serenavê “Ya ku di Doza Kobanê de tê darizandin hêviya aştî û demokrasiyê ye” hate weşandin de ev tişt hate gotin: “Doz bêhiqûqî ye. Di serî de mafê darizandineke adil û parastinê hemû mafên di bin ewlehiya destûra bingehîn de hatine binpêkirin, di dosyayan de delîl nînin. Bi dehan pêşniyazname yên ji bo berpirsyarên mirinên di protestoyên Kobanê de derkevin holê hatin dayîn, bi dengên AKP’ê û MHP’ê hatin redkirin. 
 
JI BO HELWESTEK BÊ GIRTIN BANG KIRIN 
 
Weke Yekitiya Ji Bo Demokrasiyê em bang li kes, sazî û partiyên siyasî yên li dijî hovîtiya DAIŞ’ê ne, alîgirên demokrasî, hiqûq û aştiyê ne dikin kul i dijî vê bêhiqûqiya zelal, helwesteke diyar nîşan bidin. Ya ku di Doza Kobanê de tê darizandin hêviya vî welatî ya aştî û demokrasiyê ye.”