‘Têkoşîna me ya mezin dibe dê tecrîdê rake’

  • rojane
  • 12:46 15 Nîsan 2024
  • |
img
ERZIROM - Girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Dûmlû ya Erziromê di hevdîtina bi parêzerên xwe re de peyama cejnê şandin û anî ziman ku têkoşîna mezin dibe dê tecrîdê rake.
 
Girtiyên siyasî yên di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de ji 27’ê mijdara 2023’yan ve di çalakiyê de ne, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bidorveger ji 4’ê nîsanê ve veguhestin qonaxeke nû. Girtiyan di vê qonaxê de biryar girtin ku dadgehan boykot bikin û bi malbatên xwe re telefonê neaxivin û dernekevin hevdîtinên bi malbatan re.
 
Girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Dûmlû ya Erziromê di hevdîtina bi parêzerên xwe re de cejna malbatên di çalakiya Nobeta Edaletê de û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kirin. Girtiyan bi rêya parêzerên xwe re ev peyam şandin: “Em we bi hêza têkoşînê silav dikin. Di serî de Rêberê Apo, cejna herkesên di her qada jiyanê de têdikoşin pîroz dikin. Têkoşîna ku malbat û dayikên me yên hêja dimeşînin hêz û moralê dide me. Em vê têkoşîna birûmet a malbatên xwe silav dikin. Têkoşîna me ya li hundir û derve mezin dibe dê tecrîda li ser Rêber Apo bide rakirin. Em hemû gelê xwe silav dikin.”