Hevdîtinên budçeyê dest pê dikin

img
ENQERE - Hevdîtinên Pêşniyarqanûna Budçeyê ya Rêveberiya Navendî ya 2023’yan îro dest pê dikin. Rûniştinên Lijneya Giştî dê 12 rojan bênavber bidomin û li ser budçeya 15 wezaretan bê sekinandin. 
 
Hevdîtinên Pêşniyarqanûna Budçeyê ya Rêveberiya Navendî ya 2023’yan îro li Lijneya Giştî ya Meclisê dest pê dikin. Rûniştina ewil a budçeyê îro saet di 12.00’an de li Lijneya Giştî dê bi pêşkeşkirina budçeya 2023’yan dest pê bike. Dê hevdîtin 12 rojan bênavber bidomin û budçeyên 15 wezaretan û saziyên cemaweriyê yên girêdayî wan bên nîqaşkirin. 
 
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û Pervîn Buldan dê tev li rûniştina destpêkê ya hevdîtinên budçeyê bibin û li Lijneya Giştî biaxivin. 
 
Berdevka HDP’ê Ebru Gunay jî dê di hevdîtinan de li dijî pêşniyarqanûnê mafê axaftinê bigire.