Doza Sîncar: Divê Meclis berpirsiyariya xwe bicih bîne

img
ENQERE - Hevjîna Mehmet Sîncar, Cîhan Sîncar diyar kir ku dewlet naxwaze dosyeya Sîncar ronî bike û bang li Meclisê kir ku berpirsiyariya xwe bicih bîne.
 
Wekîla Seroka Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş, têkildarî geşedanên li ser doza Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Mêrdînê Mehmet Sîncar ê di sala 1993'yan de li Êlihê hat qetilkirin, li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevjîna Sîncar, Cîhan Sîncar, lawên wî Ferhat û Felat Sîncar jî beşdarî civînê bûn.
 
30 SAL IN HIQÛQ NEHTIYE PEYDAKIRIN 
 
Beştaş di civînê de axivî, qala bûyerê kir û destnîşan kir ku ji 4’ê Îlona 1993’yan ve hata îro hiqûq nehatiye peydakirin û edalet bicih nehatiye. Beştaş da zanîn ku dewlet berpirsiyariya xwe ronî nake û got: “Ez viya bêjim, kujer nehatiye girtin, ne jî li pey vê bûyerê hatiye ketin. Em çawa dizanin, di sala 93'yan de sûîqestek çêbû, heta sala 2001'an yek kes nehat darizandin. Dewletê kesên ku parlementerek qetil kirin nedît. Ez nabêjim ku wî nedîtiye, heke dewlet kuştinek ronî neke, naxwaze ronî bibe. Kuştin dikare were ronîkirin, her kuştin dikare were ronîkirin. Dewletê pir eşkere nexwest bûyerê ronî bike. Her çiqas piştî 2001’an endamê Hîzbullahê Cîhan Yildiz hatibe girtin jî lê hat berdan.” 
 
ENDAMÊN JÎTEM’Ê LI DOSYEYÊ NEHATINE ZÊDEKIRIN 
 
Beştaş bi bîr xist ku danişîna dozê dê di 12’ê kanûnê de li Dadgeha Amedê berdewam bike û ew ê bi nûnerên rêxistinên sivîl re dozê bişopînin. Beştaş destnîşan kir ku tu endamên JÎTEM’ê li dosyeyê nehatin zêdekirin û têkiliya wan a bi kuştina Mehmet Sîncar re nehat lêkolînkirin. 
 
‘AKP Û KUJER HEVKARIYÊ DIKIN’
 
Beştaş anî ziman ku Meclis 7 salan tu tiştekî nekir û têkildarî bûyerê û dozê ji cihê xwe jî ranebû û dema mijar dibe kurd û kurdbûn li vî welatî hiqûq û rêyên wê hemû tên xetimandin û edalet bicih nayê. Beştaş destnîşan kir ku îktidara AKP’ê roja îro bi kiryar û kujerên salên 90’î re hevkariyê dike û bi hev re tevdigerin. 
 
‘DERIYEK KU ME LÊ NEDA NEMA’ 
 
Cîhan Sîncar jî di civînê de bi kurmancî axivî û diyar kir ku di ser kuştina hevjînê wê re 30 sal derbas bûn û wiha axivî: “Zarok hê biçûk bûn. Lê îro neviyên wan çêbûn. Îro neviyên Mihemed li kujeran digirin. Ev 30 sal in deriyek me lê neda nema. Lê belê hemû derî li rûyê me hatin girtin. Mihemed du caran hat qetilkirin. Carek ji aliyê hêzên tarî ve û carek jî ji aliyê dembihoriya dozê ve hat qetilkirin. Heke li pey van hêzên tarî hêzek mezin nebûya, wê parlamenter li naverasta kolanê nehata qetilkirin. Wê kujeran nikaribûya welatiyan ji malê wan birevanda.” 
 
‘DIVÊ MECLIS ERKA XWE BICIH BÎNE’ 
 
Sîncar destnîşan kir ku ew ê dest ji lêgerîna kujeran bernedin û wiha got: “Heke temenê min têr neke lê va zarok hene, temenê zarokan têr neke lê neviyên me hene. Em ê heta dawiya jiyana xwe têkoşîna xwe bidomînin. Ez li vir carek din gazî dikim, pêwîste Meclis berpirsiyariya xwe bicih bîne.”