Li Elcewazê bendewariya guherînê: DEM Partî dê serbikeve

img
BEDLÎS - Tê payîn ku Şaredariya Elcewazê ya 22 sal in di bin rêveberiya AKP’ê de ye dê vê carê bikeve destê DEM Partiyê. Namzetên Hevşaredariyê Dîlek Akdag û Cesîm Tûsûn destnîşan kirin ku ew dixwazin çarenûsa navçeyê biguherînin. 
 
Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de yek ji navendên ku rewşa wê tê mereqkirin jî navçeya Elcewaza Bedlîsê ye. Li navçeyê ji ber kêmasiyên binesaziyê gelek tax pirsgirêka avê dijîn. Tevî ku çop tije çeman bûye jî hê şaredarî dest bi paqijkirinê nekiriye. Ji ber tesîsên paqijkirina avê hêj nehatine çêkirin, tevî çopên di nav de, ava kanalîzasyonê ber bi Gola Wanê ve diherike.  
 
Ji ber pirsgirêkên ku bi salan in nayên çareserkirin li navçeyê bendewariya guherînê pêş dikeve. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), AKP, Partiya Yekitiya Mezin (BBP), Partiya Yenîden Refahê (YRP), Partiya Seadetê (SP), Partiya Komarê ya Gel (CHP) dê li navçeyê bikevin pêşbirkê. Ji van şeş partiyan herî zêde DEM Partî di hilbijartina dawî de dengê xwe zêde kirin. Tê payîn ku dê di vê hilbijartinê de DEM Partî şaredariyê bi dest bixe. 
 
Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên navçeya Elcewazê Dîlek Akdag û Cesîm Tûsûn têkildarî projeyên xwe yên Elcewaza ku salan e bi destê AKP’ê tê texrîbkirin, vegotin. 
 
‘EM DIXWAZIN ÇARENÛSA XIRAB BIHUHERÎNIN’
 
Cesîm Tûsûn li Elcewazê hate dine û ev 24 sal in parêzertiyê dike. Tûsûn destnîşan kir ku AKP nikare polîtîkayên çareserkirina pirsgirêkan hilberîne, navçe weke aborî, civakî û çandî bi paş ve hiştiye û wiha axivî: “Desthilata AKP’ê li her bajar û gundan pirsgirêkên aborî ava kirin. Herî zêde jî li Elcewazê. Hêj jî gaza xwezayî li navçeyê nîn e. Gel bi sobeyên daran û ceyranê xwe germ dike. Di binesaziyê de pirsgirêkên mezin hene. Ava çem diherime û diherike Gola Wanê. Dikare av were paqijkirin û ji bo çandiyê were bikaranîn, dîsa dikare tesîsên paqijkirinê werin avakirin û ji bo vexwarinê were bikaranîn. Divê şaredarî van tiştan bike lê belê bi feraseta talanê şaredariyê bi rê ve dibin. Em dixwazin çarenûsa xirab ya Elcewazê biguherînin.”
 
ENDAMÊN PARTIYÊN DIN
 
Tûsûn, bi bîr xist ku 6 partiyên ku di navçeyê de endam derxistine û derbarê wan de wiha got: “Namzetên niha, berê ji AKP’ê xwestine bibin namzet. Hinek ji wan dema derbasbûyî de serokatiya şaredariyê jî kirine. Niha wekî ku xwe hemberî AKP’ê nîşan bidin jî rastî ne wisa ye. Piraniya van namzetan bi helwesta tolê hilînin tevdigerin. Xizmeta gel danin aliyekê hema dibêjin em werin hilbijartin û em bi rê ve bibin. Ji ber wê divê gelê Elcewazê van tiştan bibîne.” 
 
CIHÊ GUHERÎNÊ 
 
Tûsûn, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku ew li bendê ne ku gelê Elcewazê ji piştgiriya kesên xwedî hêz bêhtir li cem yên ku karibin pirsgirêkan çareser bikin bisekinin û ev tişt gotin: “Wek zarokeke vê derê em ê bi pirsgirêkên gelê xwe ve mijûl bibin. Em ê bi gel re bin û bi gel re bi rê ve bibin. Em ê bi derdê gel re xemgîn bibin û dê bi şahiya gel re kêfxweş bibin. Cihê ku guherîn dest pê bike em in.” 
 
AKDAG: NAVÇE BI SALAN E BI PAŞ VE HATIYE HIŞTIN
 
Namzeta Hevşaredariyê Dîlek Akdag jî demeke dirêj ê di nava xebatên partiyê de cih digire û anî ziman ku navçeya wan ji bo pêşketinê gelek guncav e, bi salan e bi paş ve hatiye hiştin. 
 
Akdag destnîşan kir ku Elcewaz bi cihê ku lê ye xwedî avantajên zêde ye û ev tişt gotin: “Hem gol hem jî Çiyayê Sîpanê li Ewcewazê ye. Gelek berf ser Çiyayê Sîpanê dibare û îro wekî Uludag û Palandokenê hêjayî turîzma zivistanê ye. Em ê hewl bidin ku vê derê bikin cihê turîzma zivistanê. Peravên herî hêja ên Gola Wanê li Elcewazê ne. Ev der ji bo turîzma havînê jî pir hêja ye. Herwiha guzên Elcewazê jî pir navdar in. Em dikarin kooperatîfekê ava bikin û guzên xwe têxin bazara cîhanê.” 
 
‘BI PARADÎGMAYA DEMOKRATÎK, EKOLOJÎK, AZADÎXWAZIYA JINÊ…’
 
Partilerinin belediyecilik anlayışına değinen Akdağ, kararlar halkla beraber almak üzere gençlik, kadın, köy ve mahalle meclisleri kuracaklarının altını çizdi.
 
Akdag a qala feraseta şaredarvaniya partiya xwe kir, da zanîn ku ew ê meclisên ciwan, jin, tax û gundan ava bikin û wiha pê de çû: “Em ê bi meclisên xwe ve biryaran bigirin û bi hev re projeyan têxin meriyetê. Em ê paradîgmaya xwe ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jiyê bidin ber çavên xwe û wisa bi rê ve bibin. Taybetî jî em ê ji bo jinan kooperatîfan ava bikin û jinan tev li qada hilberînê ya aborî bikin.” 
 
NAMZETÊN PARTIYÊN DIN, DIZ, TALANKAR RANTPARÊZ
 
Akdag, destnîşan kir ku yekem carê li Elcewazê 6 partî bi hev re ji bo şaredariyê dikevin hilbijartinê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sedema herî mezin a têketina 6 partiyan ji hev cudabûna talankar, diz û rantparêzên ku ji hev veqetiyayî ne. Paradîgma û feraseta me, me ji wan cuda dike. Em ji bo ya gel bidin gel tên. Lê belê ew ji bo ku ya gel têxin berîkên xwe tên. Em bi rêxistinbûneke baş û xwe îfadekirinê bawer in ku dê Elcewazê bistînin. Heke em carekê bistînin dê Elcewaz careke din nekeve di destê talankeran. Dema ku gelê Elcewazê destê xwe dane ser wijdana xwe û li berîkên xwe binêrin dê bibînin ku partiya rast DEM Partî ye.”  
 
CESÎM TÛSÛN KÎ YE?
 
Tûsûn li bajarokê Aydinlar ê Elcewazê hate dinê. Di temenê ciwantiya xwe de koçî Enqereyê kir. Tûsûn Fakulteya Hiqûqê ya Stenbolê qedand û ji bo parêzeriyê bike hate Enqereyê. Tûsûn 24 sal in parêzertiyê dike û di hilbijtinên herêmî yên di sala 2009’an de ji bajarokê Aydinlara ku ji dayik bûye, bû namzetê şaredariyê û bi vî awayî ket nav siyasetê. 
 
DÎLEK AKDAG KÎ YE?
 
Akdag li navçeya Artemêtan a Wanê hate dine û bi têketina rêxistina DBP’a Artemêtan tev li siyasetê bû. Akdag li vê derê du deman rêveberî kir û piştre tev li HDP’ê bû. 
 
MA / Omer Îbrahîmoglu