Hatîmogûllari: Em ê sindoqan weke çavê xwe biparêzin

RIHA - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya li navçeya Curnê Reş a Rihayê di hevdîtina bi gel re de axivî, bal kişand ewlehiya hilbijartinê û wiha got: “Em ê sindoqan weke çavên xwe biparêzin.”

 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari li navçeya Curnê Reş (Hîlwan) a Rihayê tev li hevdîtina bi gel re bû. Namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin a Rihayê Celaleddîn Erkmen û Gulşen Ozer, namzetên hevşaredariyê yên Curnê Reş Serhan Paydaş û Garîp Yeşîl, parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Rihayê û gelek kes tev li bûn. Hatîmogûllari û şandeya pê re li ber buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê bi kulîlkan hate pêşwazîkirin. Hevdîtina weke mitîngê derbas bû bi silavkirina hevserok û namzetên şaredariyê yên navçeyê yên DEM Partiyê dest pê kir. 
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, di axaftina xwe de qala girîngiya Curnê Reş a ji bo têkoşîna azadiyê ya kurd kir. Hatîmogûllari ya têkoşîna beriya 45 salan a Cûrnê Reş bi bîr xist wiha got: “Li vir serkeftineke mezin hate destnîşankirin. Beriya 45 salan li vir bi serkeftineke mezin şaredarî hate bidestxistin. Hîlwan cihê ku tovê şaredariya jinan lê hatine çandin e. Hîlwan dilê tevgera azadiyê ya kurd e. Ji ber vê yekê li vir polîtîkayên taybet xistin meriyetê. Lê tevî van hemûyan gelê Hîlwanê serê xwe netewand û xwedî li partiya xwe derdikeve.”
 
‘KURD TÊN QETILKIRIN’ 
 
Hatîmogûllari ya qala mitînga ku Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan duh li Rihayê li dar xist kir, bi bîr xist ku nêrazîbûn nîşanî Serokê AKP’ê yê Rihayê hate dayîn û wiha berdewam kir: “Rêveberiya niha ya Rihayê berdewama qeyûm e. Me ev qebûl nekir û em ê qebûl nekin. Kesên bi hilbijartinên bihîle qezenc kirine li vir xizmeta gel nekirine. Ji ber ku kurdan wek hêmanên bingehîn ên vî welatî nabînin. Di çênekirina rêyên gundan de israr dikin. Erdogan duh li vir bersiva ku heq kiriye girt. Em ji bo vê yekê bi awayekî bêdawî spas dikin. Erdogan her cara diaxive, dibêje em ê ‘teroristanê’ ji holê rakin. Ew cihê jê re dibêje teroristan welatê we Kurdistan e. Li Rojava êriş berdewam dikin. Kurdan qetil dikin. Bersiva ji bo kesên ji bo tecrîd rabe û aştî pêk were têdikoşin hatiye dayîn zext in. Silav li dayikên me yên di nobeta edaletê de ne.”
 
‘EW QESR DÊ HILWEŞE’ 
 
Hatîmogûllari ya got ku “Şaredariya AKP’ê tê wateya rantê” ev tişt gotin: “Em ê ji niha şunde firsendê bidin van? AKP’ê li Hîlwanê di 5 salan de tenê 3 proje çêkirine. Em ê qertê sor bi hev re nîşanî kesên me tune dihesibînin bikin. Ev herêm herêmeke çandiniyê ye lê wan em girêdayî derve kirin. Teşwîqa ji bo çandiniyê û sewalkariyê nîne. Werin em bi hev re çandiniyê baş bikin. Çandinî û sewalkarî qedandin. DEDAŞ pirsgirêka herî mezin a vê herêmê ye. Kesên dibêjin karkerên çandiniyê diçin ‘betlaneyê’ nizandin ka di çi şertan de dimînin. Lê em dizanin. Qesr dê çi halê karkerên demsalî fêm bike. Lê ew qesr dê hilweşe.”
 
‘LI DIJÎ DEHAQÊN MODERN DAKEVIN QADAN’ 
 
Hatîmogûllari, anî ziman ku namzetên hevşaredariyê yên Curnê Reş û Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê emanetî gel in û wiha domand: “Em ê vê serdemê teqez bajarê mezin û Hîlwanê dest bixin. Ji hilbijartinê re kêm roj man, ji bo ku em şaredarên xwe hilbijêrin û bi awayekî demokratîk şaredariyê bi rê ve bibin divê em ji her demê zêdetir bixebitin. Ji ber vê yekê ji we du daxwazên me yên girîng hene. Em ê sindoqan weke çavê xwe biparêzin. Divê em vîna gel weke çavê xwe biparêzin. AKP li cihê ku qeyûm tayînkirine dixwaze bi rêyeke din ji dest me bigirin. Ji gelek cihan hilbijêr veguhestine. Ji ber vê yekê divê herkesên li derveyî bajêr were û dengê xwe bikarbîne. Rehbera telefonên xwe di çav re derbas bikin û bikin ku herkesên li der ve biçin rêxistinên me yên navçeyan. Em ê vê bi hev re serbixînin. 8’ê Adarê li pey me ma lê ji bo me têkoşîna jinan 12 meh in. Em ê di şaredariyên xwe de ji bo jinan qadên îstîhdamê ava bikin. Li pêşiya me Newroz heye. Em ê ji têkoşîna Kawayê Hesinkar re li dijî Dehaqên sedsala 21’an bi herikîna qadên Newrozê bibin bersiv?”
 
‘EM Ê BI HEVÎ BIN’ 
 
Hatîmogûllari, gotinên nivîskar Mehmet Ûzûn ên têkildarî hêviyê yên  “Em ê di şertên herî xerab de jî bihêvî bin” bi bîr xist û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ku em hêviya xwe mezin bikin gelek sedemên me hene. Em ê hêviya xwe mezin bikin û serkeftinê li vê qadê bi hev re pîroz bikin.”
 
Hevdîtina bi gel re bi govenda li ber stranên kurdî hate gerandin re bi dawî bû. Hatîmogûllari û şandeya pê re pişt re serdana dikandarên navçeyê kirin û pirsgirêkên wan guhdar kirin.