DEM Partî li Qereyaziyê li pey rekorê ye

ERZIROM - Namzetên Hevşaredariyê yên Qereyaziyê yên DEM Partiyê Bahar Goksu û Fûat Tûtkûn diyar kirin ku armanca wan ew e ku li Qereyaziyê bi dengekî zêde şaredariyê bidestbixin û diyar kirin ku hedefa wan a ewil îstîhdam e. 

 
Li navçeya Qereyazî ya Erziromê gel bi kelecaneke mezin li benda hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê ne. Her çiqas di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) navçe bi rêjeya ji sedî 61.8 qezenckiribe jî di 18’ê îlona 2019’an de bi biryara Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayînî şaredariyê hate kirin. Namzetên Hevşaredariyê yên Qereyaziyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Bahar Goksu û Fûat Tûtkûn ji bo şaredariya bi qeyûm tê birêvebirin paş ve bigirin xebatên xwe didomînin, armanc dikin ku bi rêjeyeke zêde şaredariyê bidest bixin. 
 
 
‘EM Ê ABORIYA JINAN PÊK BÎNIN’ 
 
Namzeta Hevşaredariyê ya Qereyaziyê Bahar Goksû, bi lêv kir ku jin li navçeyê jiyaneke ku “mehkûmî malan e” dijîn û bi lêv kir ku ji bo standartên jiyanê yên jinan bilind bikin û wan tev li jiyana civakî bikin bûye namzet. Goksu di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Mixabin jinên li navçeyê li malan hatine hefskirin. Armanca min a herî mezin ew e ku jinan di jiyana civakî de bînim bahev û bikim parçeyekî aboriyê. Em ê di vê çarçoveyê de ji jinan re kooperatîfên taybet ava bikin. Bi avakirina atolyeyên weke mehfûr, berikan re em ê bikin ku jin hem azadiya xwe ya aboriyê bidestbixin û hem jî di jiyana civakî de hebin.”
 
‘CIWAN XEZÎNEYA ME YA HERÎ MEZIN IN’ 
 
Goksu, diyar kir ku li navçeyê ciwan bêkar in û dê ji bo ciwanan projeyên nû têxin meriyetê û wiha berdewam kir: “Li Qereyaziyê ciwanên me di nava valahiyeke mezin de ne. Li ser ciwanan lîstikeke qirêj tê lîstin. Ciwanên me ji qadên perwerde û civakî tune tên hesibandin û berbi çirava tiryakê re tên dehf dan. Em ê pêşiyê li vê bigirin. Ciwanên me xezîneya me ya herî mezin in. Em ê navendên sporê ku di mijara sporê de piştgiriyê bide ciwanên me ava bikin. Li aliyê din ciwanên me yên dixwazin zanîngehê bixwînin û ji ber pirsgirêkên aboriyê nikarin bixwînin hene. Em ê di vî warî de piştgiriya bûrsê û heqê rê bidin ciwanan. Em ê navendên dersxane û etutan vekin û li qada perwerdehiyê de piştgiriyê bidin ciwanan. Em ê bi feraseteke wekhevîxwaz şaredariyê bi rê ve bibin.”
 
Namzetê Hevşaredariyê yê Qereyaziyê yê DEM Partiyê Fûat Tûtkûn jî anî ziman ku li navçeyê pirsgirêka herî mezin bêkarî ye û wiha got: “Em plan dikin ku li navçeyê kargeheke goreyan ava bikin. Em ê bi markeya xwe qadeke îstîhdamê ava bikin. Pirsgirêkên binesazî û avahîsaziyê yên navçeyê hene. Dîsa têkildarî qadeke heşîn dê xebatên me hebin. Em ê şaredarvaniyeke ku li dijî hemû pirsgirêkên navçeyê mudaxile bike ava bikin.”
 
BAHAR GOKSÛ Û FÛAT TÛTKÛN KÎ NE?
 
Bahar Goksû, ya di 11’ê tîrmeha 1992’yan de weke zaroka malbateke cotkar li gundê Melebadî yê Qereyaziyê hate dinê, heta lîseyê li Qereyaziyê jiya. Goksû ya pişt re li Zanîngeha Bînalî Yildirim mîmartî qezenc kir, ji bo bixwîne derbasî Erzînganê bû. Goksu ya piştî zanîngeh qedand vegeriya ser axa xwe ya jê dayîk bû, li gundê Kiskanî yê girêdayî navçeya Qereyaziyê 3 salan mamostetî kir. Goksû ya di sala 2019’an de zewicî û 2 zarokên wê hene, siyaseta çalak a dema zanîngehê de neçar ma dest jê berde, di sala 2022’yan de weke endama Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dest pê kir. Goksu, herî dawî di hilbijartinên giştî yên di 14’ê gulana 2023’yan de ji Erziromê bû namzeta parlamenteriyê. 
 
Fûat Tûtkûn jî di sala 1970’yan de li Qereyaziyê hatiye dinê û li Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Ûlûdagê Beşa Spor û Perwerdehiya Laş xwend. Tûtkûn ê di navbera salên 1990-1994’an di nava tevgera xwendekaran de cih girt, di sala 1994’an de mamostetî kir. Tûtkûn ê bû endamê Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdê (Egîtîm-Sen) ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê di sala 1996’an de li Erziroma tayîn bûyê di nava avakirina şaxa sendîkayê de cih girt. Tûtkûn ê heta sala2023’yan di qada sendîkal de têkoşiya ji sala 2010’an ve endamtiya wî ya Malacemê û Çandê ya Haci Bektaş-i Velî didome. Tûtkûn di sala 2019’an de ji HDP’ê bûbû bernamzetê hevşaredariyê yê Qereyaziyê.