Bakirhan: Hewcehiya me ne bi tank û topan bi aştiyê heye

BEDLÎS - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Bedlîsê axivî û wiha got: “Pêdiviya vî gelî bi tank û topan nîne. Pêdiviya wan bi aştiyeke birûmet heye.” 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û şandeya pê re di saetên serê sibehê de çûn serdana bajarokê Pirxus ê navçeya Xelatê ya Bedlîsê. Bakirhan, di axaftina xwe ya li vê derê de got ku hewldana dewletê ew e ku herêmê ji kurdan vala bike û wiha got: “Bila gelê Pirxusê destê xwe deynê ser wijdana xwe. Gelo şaredarvaniya qeyûm, şaredarvaniya AKP’ê yan şaredarvaniya DEM Partiyê bêhtir xizmet ji gel re dikir. Şaredar tenê yek wêneyê xizmetê li ser malperê parve nekiriye. Lê belê wêneyên xwe yên bi leşker û fermandaran re parve dike. Pirxus veguherandin qişleya leşkerî.” 
 
‘PÊDIVIYA XELATÊ NE BI QESRÊ BI DEMOKRASIYÊ HEYE’ 
 
Piştre jî Bakirhan û şandeya pê re derbasî navçeya Xelatê bûn. Di ketina navçeyê de bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Piştre jî ji Cadeya Selçuklıyê heta pêşiya buroya hilbijartinê meş hat lidarxistin. Bakirhan, got ku dê Xelatê di 1’ê nîsanê de bi xizmeta rasteqîn bidin hevnaskirin. Bakirhan, ev tişt anî ziman: “Şaredariya Xelatê dê bibe şaredariya hemû gelan. Di feraseta me de cihêkarî tune ye. Em ê mîna evîna Siyabend û Xecê ji gelê xwe hez bikin. Erdogan li vir ji xwe re qesr çêkiriye. Li şûna ku qesrê çêbike, çima ji bo gelên kurd û tirk febrîqeyan çênake? Xelkê Xelatê dê bersiva pêwîst bide kesên bûdçeya welat ji bo karên xelet bi kar tînin. Pêdiviya Xelatê ne bi qesran, bi kar, bi demokrasiyê û bi pêkvejiyanê heye.” 
 
'XELK XURMEYAN LIB LIB DIKIRE’
 
Piştre jî Bakirhan derbasî navenda Bedlîsê bû. Piştî serdana esnafan, Bakirhan di hevdîtina bi gel re de axivî û got ku dê di 31’ê Adarê de şaredariya navendê bi dest bixin. Bakirhan, wiha domand: “Gelên Bedlîsê dê destûrê nedin qeyûman. Xelkê Bedlîsê dê ji vê pergala rantxwariyê re bibêje êdî bes e.” 
 
Bi domdarî Bakirhan bal kişand ser meha remezanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Meha remezanê meha bereketê ye. Di van 22 salên îktîdarê de li welêt tu bereket nema. Êdî xelkê me xurmeyan lib lib dikire. Nikarin di remezanê de tu kesî gazî fitareyê bikin. Bêguman dê Xwedê belaya kesên îşkenceyê li me dikin, pariyê nanê me didizin, kesên diz û nelirêtiyê dikin bide. Salek berê qoliya remezanê 200 lîre bû û niha bûye 600 lîre. Jixwe xizan qet nikarin goşt bikirin. Piraniya gelê me nikare goşt bikire. Lê ev kes radibin dibêjin her kes di nava xweşiyê de dijî. Dê gelê me di 31’ê Adarê de vê îktîdara rantxwir di sindoqê de têk bibe.” 
 
‘JI BO TANK Û TOPAN PERE HEYE LÊ JI XIZANAN RE TUNE YE’ 
 
Bakirhan, bal kişand ser pirsgirêkên teqawid dijîn û wiha pê de çû: “Dema zarokên wan berîkên xwe tije dikin, dema bi Îsraîlê re bazirganiyê dikin, hezar lîre îkramiyeyê didin teqawidan. Vaye dê teqawid li ser sindoqê bersivê bidin van. Ji bo tank û topan pere heye, ji bo li ser serê xelkê Rojava bibarînin pereyan didin bombeyan lê ji bo teqawidan pere nîne. Pêdiviya vî gelî ne bi tank û topan, bi aştiyeke birûmet, bi kar û debarê heye. Bi 3 trîlyon dolarên ku ev 40 sal in hûn ji bo kurd bi zimanê xwe neaxivin xerckirî re dikare sê Tirkiyeyên nû bên avakirin. Bi pereyê ku ji bo şer xerc dikin re dikariyan xizanî û bêkariyê ji holê rakin. Lê belê ji ber ku dijminên kurdan e, hemû bûdçeyê ji bo tank û topan vediqetînin. Heke tu nexwazî top û bombe li ser serê kurdan bibarin, heke tu nexwazî li Rojava û Dihokê zarok û sivîl bên kuştin, heke nexwazî li Silêmaniyeyê xwişk-birayên we yên nûciwan bên kuştin, wê demê divê em li her derê bersiva van bidin.” 
 
‘EM Ê BI DENGÊN XWE WAN REZÎL BIKIN’
 
Bakirhan, axaftina xwe wiha qedand: “Li Tirkiyeyê yek ji şaredariyên ku herî zêde malên şaredariyê firotin, Şaredariya Bedlîsê ye. Bihost bi bihost her tiştên vî bajarî firotin. Lê hevşaredarên me yek qirûş jî ne telaftin. Lê belê van şaredarî talan kirin. Em ê di 31’ê Adarê de wan bi dengên xwe rezîl bikin. Tenê bi firotina malên şaredariyê jî bisînor neman, li vir her wiha dikanên gel herifandin. Şaredariyê 750 dikan heraft û kir ku xelkê bajar nekare debara xwe bike. Dema me şaredarî bi dest xist, em ê bi wan 750 esnafên xwe re rûnin û pirsgirêka wan çareser bikin. Ew diherifînin lê DEM Partî ava dike. Em ê yek qirûşê vê şaredariyê netelêfin.”