DEM Partiyê lez da xebatên xwe yên hilbijartinê

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê 20 roj man û DEM Partiyê lez da xebatên xwe yên hilbijartinê. Piştgiriya gel a bi partiyê re roj bi roj zêdetir dibe. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî tev li xebatan bûn. 
 
Namzetên hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li gelek bajaran bi gel re hatin gel hev û xebatên hilbijartinê meşandin. 
 
AMED
 
DEM Partiyê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çû serdana navçeya Xana Axparê. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û namzetê hevşaredariyê yê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun çûn serdana esnafên navçeyê. Eleqeyeke zêde ya xelkê navçeyê ji bo şandeyê hebû. Ozturk û Hatun di sihbetan de piştgirî ji welatiyan xwestin. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi xelkê navçeya Çermûgê re civiya. Hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray û partiyî jî tev li Uçar bûn. Uçar û şandeya pê re di ketina navçeyê de hatin pêşwazîkirin. Di dema pêşwazîkirinê de govend hate gerandin û piştre bi konvoyê derbasî navenda navçeyê bûn. Uçar li pêşiya buroya hilbijartinê ji hêla namzetên şaredariyê yên navçeyê Sûltan Taşkiran û Berat Can ve hate pêşwazîkirin. Piştre jî çûn serdana esnafan. 
 
Di serdanê de welatiyan daxwaza xwe ya guherîne anîn ziman û soz dan ku dê piştgiriyê bidin DEM Partiyê. 
 
DÊRSIM
 
Tifaqa Dêrsimê ku Partiya Wekhevî û Demokrasîyê ya Gelan (DEM Partî) jî di nav de ye, bi rojnamegerên bajêr re hate gel hev. Namzetên hevşaredariyê ya  Dêrsimê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak û nûnerên tifaqê di hevdîtinê de pirsên rojnamegeran bersivandin. 
 
‘LI DIJÎ DANEZANA ME BERTEKÊN ERÊNÎ HEBÛN’ 
 
Namzet Bîrsen Orhan di hevdîtinê de got ku xebatên wan ên hilbijartinê bi awayeke xurt didomin û ev tişt anî ziman: “Pêvajoyek jandar bû û gelek nîqaş çêbûn. Helbet tiştên xweş, di encama pêvajoyên wiha de derdikevin holê. Em li pêşberî gelê xwe ne, li daxwaz û rexneyên gel guhdarî dikin û nexşerêya xwe amade dikin. Li dijî danezana me bertekên erênî hebûn.” 
 
‘EV XAK XAKA MUXALEFETÊ YA CIVAKÎ YE’
 
Di hevdîtinê de namzet Cevdet Konak jî bal kişand ser krîzên aborî û siyasî yên beriya hilbijartinên 31’ê Adarê û got ku êrişên îktîdara AKP-MHP’ê yên li dijî gelê kurd û hêzên sosyalîst, di esasê xwe de pratîka sed salan a komarê ye. Konak, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tecrûbeyeke me ya rêveberiyên herêmî ya 20 salan li Dêrsimê heye. Em ê li herêmê demokrasiya raste rast çawa ava bikin? Li hemberî rêveberiya navendî em ê çawa rêveberiyên herêmî çawa xurt bikin? Divê em stratejiya vê çêbikin. Ev xak xaka muxalefeta civakî ye. Ji serdema Osmaniyan heta niha Dêrsimê her tim sekna xwe ya Celalî parastiye.” 
 
‘EM Ê NÊRÎNA ALTERNATÎF A RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ AVA BIKIN’ 
 
Di berdewama axaftina xwe de Konak da zanîn ku dê di rêveberiyên herêmî de gel esas bigirin û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê li Dêrsimê nêrîna alternatîf a rêveberiyên herêmî ava bikin. Em ê destkeftiyên xwe yên heyî biparêzin. Em ê destkeftiyên xwe yên ku siyaseta qeyûm talan kiriye careke din li xwe vegerînin. Bi hemleyeke nû re em ê bi 1’ê nîsanê re pirsgirêkên Dêrsimê çareser bikin. di dema pêkanîna van planan de me xwest nêrîna rojnamegeran jî bibihîsin. Dema em van planana pêk tînin me xwest li nêrîn û rexneyên rojnamegeran jî guhdar bikin. Em ê di demên pêş de têkildarî danezana xwe ya ji 22 xalan pêk dihat bi rojnamegeran re nîqaşan bikin.” 
 
Hevdîtin bi pirs û bersivan bi dawî bû. 
 
LI PULURÊ BUROYA HILBIJARTINÊ HAT VEKIRIN 
 
Her wiha li navçeya Pulurê jî buroya hilbijartinê hate vekirin. Eleqeyeke zêde ya xelkê navçeyê ji bo vekirina buroyê hebû. Tevî Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu, gelek kesên ji pêkhateyan jî tev li bûn. 
 
Di axaftinên vekirina buroyê de peyamên serkeftinê hatin dayîn. Piştî axaftinan, buroya hilbijartinê hate vekirin û govend hate gerandin. 
 
RIHA
 
Namzetên hevşaredariyê yên Serêkaniyê Rahşan Yazar û Ugur Kahraman û Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan jî çûn serdana Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Qerejdaxiyan. Namzetan li vir projeyên xwe vegotin û li pirsgirêk û daxwazên welatiyan guhdarî kirin. Partiyiyan di serdanê de daxwaza piştgiriyê kirin. Namzetên hevşaredariyê piştre jî çûn serdana gundên Hello Bello ya Jêr, Xirbê Temo, Şêxrucûm, Herma û Hummera Jorîn û bi coş hatin pêşwazîkirin. 
 
Parlamenter Omer Ocalan jî piştî xebatên hilbijartinê yên li Serêkaniyê, tevî namzetên hevşaredariyê yên Wêranşarê Bedriye Yorgun û Serhat Dîcle Înan çûn serdana esnafên Pîşesaziya Nû. Xebatên li bajar bi serdanên esnafan û li taxan jî bi civînên gel re dom kirin. 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek jî tev li xebatên hilbijartinê yên li navçeya Halîliyeyê bû. Çîftyurek, namzetên hevşaredariyê yên navçeyê Sema Ates, Suphî Yilanci û partiyiyên pê re çûn serdana esnafên Taxa Karşiyakayê. Yek bi ye li pirsgirêkên hemû esnafan hate guhdarîkirin û soza çareseriyê hate dayîn. 
 
Namzetên hevşaredariyê yên Hewagê Aygul Kapikayali û Îsmaîl Yildiz jî çûn serdana gundên Kose û Xincirliyê. Têkildarî pirsgirêkên navçeyê axaftin hatin kirin û namzetan projeyên xwe vegotin. Namzetên navçeya Sêweregê Alî Dusak û Yildiz Çetîner jî çûn serdana esnafan. Namzetên navçeya Eyubiyeyê Adalet Erîş û Halîl Akbaş û rêveberiya navçeyê jî çûn serdana esnafan.