DEM Partî li bajarê ku AKP piştgiriyê dide MHP’ê ji xwe bawer e

img
QERS - DEM Partî di hilbijartinê de li Qersa ku AKP piştgiriyê dide MHP’ê ji xwe bawer e. Namzetên Hevşaredariyê Arzû Savaş Derman û Kenan Karahanci destnîşan kirin ku ew dixwazin projeyên ji ber qeyûm nîvco mabûn temam bikin. 
 
Rojeva welatiyên li Qersê dijîn ên kurd, tirk, terekeme û azeriyan, hilbijartinên herêmî yên 31’ê adarê ne. Tevî tifaqa AKP-MHP’ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên herêmî yên sala 2019’an de ji sedî 29.58’ê dengan şaredariyê bi dest xist. HDP’ê ji MHP’ê şaredariyê bi deynê 338 mîlyon û 380 hezar lîre ve stend. 2 meh piştî hilbijartinê, heya kursiyên şaredaran jî hatin hacîzkirin. Tevî vê yekê rêveberiya HDP’ê xwe bi gel da heskirin û bi ser vê yekê di 2’yê cotmeha 2020’an de qeyûm tayînî şaredariyê hate kirin. Piştî tayînkirina qeyûm, ser malpera şaredariyê vebijêrka zimanê kurdî hate rakirin. Mor Cafe, Navenda Piştevaniya Jinan, Xizmeta Xeta Mor, Maxazaya Piştevaniya Civakî û Bazara Kedê ya Jinan ên HDP’ê vekiribûn an hatin girtin an jî navên wan hatin guhertin. 
 
Li Qersê, şaredarî hêj jî bi deste qeyûm tê birêvebirin û tê payîn ku dê hilbijartinên herêmî pir bi kelêcanî derbas bibin. AKP di vê hilbijartinê de namzet dernexist û ragihand ku ew ê piştgiriyê bide MHP’ê. Partiya Yenîden Refahê bi Ugur Şen re, CHP bi Dundar Gultekîn re dê tev li hilbijartinê bibe.  Di bajêr de yek ji partiyên herî xurt Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) e û dê bi namzetên hevşaredariyê Arzû Savaş Derman û Kenan Karahanci re tev li hilbijartinê bibe. 
 
Têkildarî hilbijartinê namzetên DEM Partiyê yên bajêr axivîn û destnîşan kirin ku ew dixwazin projeyên ji ber qeyûm nîvcoyî mane temam bikin. 
 
‘EM Ê JI NÛ VE VEKIN’
 
Ji namzetaên DEM Partiyê Arzû Savaş Derman destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman li dijî ziman, çand, kevneşopî û adetên gel êriş e. Derman qeyûmên ku saziyên jinan hedef girtine bi bîr xist û wiha axivî: “Dema ku em hatin em ê van saziyan ji nû ve vekin. Herwiha ji bo keda jinan bêhtir were dîtin dê cihê bazarê vekin. Em ê ji bo îstîhdamkirina ciwanan jî projeyan hilberînin.”
 
Arzû Savaş Derman ser kevneşopiya rêveberinê ya partiya xwe sekinî û diyar kir ku partiya wan bêyî cihêkariyê bike xebat dan meşandin û wiha got: “Bi qasî ku qeyûm tayînî bajêr kirine hêj bizmarekê jî li dîwarekê nexistine. Em dizanin ku şaredarî di bin qereke mezin de ye. Em di sala 2024’an de ne lê belê zarok hêj jî di nav heriye de diçin dibistanê. Êdî gel ji vê yekê re dibêje ‘êdî bes e’. Baweriya gel bi feraseta şaredarvaniya me tê. Gel ji me re dibêje ku, ‘em dizanin hûn diziye nakin, bi şêwazeke adîlane vî bajarê bi rê ve dibin’ û baweriya xwe bi me tîne.” 
 
PIRSGIRÊKA AVÊ
 
Karahancî jî bal kişand ser rewşa bajêr a bi nasname û baweriyên cuda û ev tişt gotin: “Ev taybetmendî tam jî feraseta partiya me vedibêje. Qers ji yek bajarên ku bi cudahî û rengên cuda cuda û bi hev re, di nava aramiyê de dijîn yek e. Bi qasî ku qeyûm hatiye tayînkirin tu xizmet nehatine kirin. Pirsgirêka herî sereke av e. Hem paqaj nîn e û hem jî avê di hin navberan de didin bajar. Pirsgirêka avê ne ji ber avhewayê ye. Ji ber li derdorê bajar gelek ava rezerv heye. Pirsgirêk kêmasiya binesaziyê ye.”
 
PLANSAZIYA DEMKURTÎ Û DEMDIRÊJÎ
 
Di berdewama axafina xwe de Karahancî da zanîn ku pirsgirêka din a bajar jî çop e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çopan davêjin depoya çop a li pişt taxa Karadagê. Van çopan davêjin derdorê û ev yek dibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê. Dema ku em hatin hilbijartin, em ê tesîsa vebijartina çopan ava bikin. Rêyên taxê veguherîne behren heriyê. Kes nikare bi erebeya xwe têkeve taxê. Tenê dikare bi meşê biçe mala xwe. Herwiha plana îmarê ne rêk û pêk e, li gorî rantê ye. Ev plansazî vî bajarî ji nasnameya xwe dûr dixe. Em ê ne li gorî rantê dê li gorî gel plansaziyekê çêbikin û van pirsgirêkan çareser bikin. Kurt û kurmancî em ê bi plansaziya 100 rojan û plansaziya salane hewl bidin tevahiya pirsgirêkên tên jiyîn çareser bikin.”
 
‘EM Ê KOOPERATÎFÊN SEWALAN AVA BIKIN’
 
Karahanci diyar kir ku bajar debara xwe bi sewalkarî û tûrîzmê dike û wiha pê de çû: “Debara welatiyan ji sedî 90 sewalkarî û hilberînên bi sewalkariyê re girêdayî ne. Lê belê mixabin ji bo firotina van hilberînan tu derfetên bazirganiyê nehatine avakirin. Em ê vê pirsgirêkê bi kooperatîfan çareser bikin. Em ê hin çalakiyan li dar bixin da ku her kes karibe hilberînên xwe hem di welat de hem jî wek navneteweyî bifiroşe. Em ê bi vî awayî pêşî li koçberiya derve re tê kirin bibirin.”
 
Karahancî di dawiya axaftina xwe de ji bo bi hev re guherînê bikin banga “bikaranîna dengan” ji  hilbijêrên derveyî bajar kir. 
 
DER BARÊ NAMZETÊN ŞAREDARIYÊ DE 
 
Namzet Derman, ji gundê Başkoy ê navçeya Dîgora Qersê ye. Neçar ma ku di sala 1990’an de koçî Mersînê bike. Derman, dibistana amadehî li Mêrsînê temam kir û ji zarokatiya xwe di baskên ciwanan de cih girt. Derman 4 sal di beşa Birêvebirina Tûrîzmê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê xwend û hêj 4 meh zanîngeha wê mabûn ji zanîngehê hate avêtin. Derman xem xebatên siyasî de cih girt û hem jî ji bo debara xwe bike xebitî. 
 
Karahancî jî ji gundê Ardos ê Qersê ye. Karahancî dibistana seratayî li gundê xwe xwend, dibistana navîn û lîseyê jî li navendê xelas kir. Piştre di Beşa Biyolojiyê ya Fakulteya Perwerdeya Zanîngeha Dîcleyê de mezun bû. Di dema zanîngehê de di nava xebatên ciwanan de cih girt. Karahanci piştî zanîngehê dest bi mamostetiyê kir û di sala 2015’an de ji Qersê bûn bernamzet. 
 
MA / Mehmet Guleş