Hatîmogûllari: Em ê erdhejê bînin bîra xwe û wisa biçin ser sindoqan

img
RIHA - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li bajaroka Bulamê ya Semsûrê ji gel re axivî û wiha got: “Em ê erdhejê bînin bîra xwe û wisa biçin ser sindoqan. Em ê kesên ev bi serê me anîn ceza bikin.” 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di çarçoveya xebatên hilbijartinê de duh li Rihayê bû û îro jî derbasî Semsûrê bû. Hatîmogûllari, li bajarokê Bulamê yê navçeya Çêlikanê dest bi bernameya xwe kir. 
 
Hatîmogûllari, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkazak, namzetên hevşaredariyê yên Semsûrê Mehmet Bahattîn Bîlgîlî û Turkan Erkenek, namzetên Bulamê Huseyîn Uzun û Kamîle Ocak û partiyî tev li hevdîtina gel a li bajarokê bûn. 
 
Hatîmogûllari û şandeya pê re di ketina gundê Çakalê ya girêdayî navendê ji hêla partiyiyan ve bi çîçekan hatin pêşwazîkirin. Hatîmogûllari bi konvoya wesayîtan derbasî buroya hilbijartinê ya Bulamê bû. Li vir gel hate silavkirin. 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cahît Kirkazak li vir axivî û wiha got: “Ev sed sal in li ser vê xakê zimanê me tune tê hesibandin. Xelkê Bulamê zimanê xwe diparêze û bo me dibe hêvî. Her cara ez têm vê derê kelecan dibim. Peywira şaredariyê ew e ku pirsgirêkên civakî çareser bike. Ciwanên me kar peyda nakin û koçber dibin. Li vê xakê erdhejek çêbû lê dewlet nehat. Gelek xizmên me di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan. Em ê li gel şaredariyên xwe van birînan derman bikin. Em ê bi zimanê xwe xizmetê bikin.” 
 
Piştre jî Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bangî gel kir. 
 
'EM LI DIJÎ DEWLETÊ BIHÊRS IN’
 
Hatîmogûllari, ji ewil kesên di erdhejên Mereşê de jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anî û got ku dê wan ji bîr nekin. Hatîmogûllari, wiha domand: “Weke keseka ji Hatayê min jî mîna we êşa erdhejê kişand. Gelek xizmên me di bin kavilan de man. Êşa herî mezin ew bû ku tevî me dengê ‘min xelas bikin’ dibihîst jî, tiştek ji destê me nedihat. Ji ber ku ekîpman tune bûn. Em li dijî dewletê bihêrs in. Makîneyên pêşkeşî çeteya 5'an hatine kirin, ji bo xelaskirina mirovan seferber nekirin. Lewma bi hezaran kes mirin. Me ev êş ji bîr nekiriye û dê ji bîr nekin. Di belavkirina alîkariyan de jî cihêkarî krin. Alîkarî nedan gundên elewiyan. Lê bi saya piştevaniya civakî me xwe gihand wan. HDP xebitî û tora alîkariyê ava kir. Dema em diçin ser sindoqan dê erdhejê bînin bîra xwe û wisa biçin ser sindoqan. Em ê kesên ev tişt bi me dayîn jiyîn hesabê bipirsin.” 
 
'DENGÊN ME JI TU KESAN RE NAÇIN’
 
Hatîmogûllari, girtina endamê Meclisa Partiyê Îzzet Karadag ku wê demê ji ber kampanyayên alîkariyê hatibû girtin bi bîr xist û wiha got: “Ên ku ji piştevaniyê aciz bûn, hevalê me Îzzet Karadag girtin. Li Semsûrê pir xebitî lê niha girtî ye. Em wî silav dikin. Partiya muxalefetê ji gel re dibêje ‘dê qeyûm were tayînkirin lewma dengê xwe bidin me.’ Dengên me ji bo tu kesan naçin. Gelê me gelekî têgehiştî ye. Li tu deveran gelê me dê bi van lîstikan nexape. Em ê di 31’ê Adarê de ji zîhniyeta qeyûm re bibêjin ‘na.’ Em ê ji bo xizmetê ji Bulamê re bikin bên. DEM Partî dê gelek şaredariyên bajarên mezin bi dest bixe. Em ê şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin dîsa bistînin. Em ê hemû pirsgirêkên navçeyê çareser bikin. Dê ji bo jinan qadên îstîhdamê biafirînin.” 
 
'DÊ BULAM GELEK JI DEM’Ê BÊ’
 
Hatîmogûllari, axaftina xwe wiha qedand: “Xelkê Bulamê debara xwe bi tûtinê dike. Lê îktîdarê kota danî ser û rê li ber hilberandina wê girt. Gelo ev gel heke dest ji hilberandina tûtinê berde dê çi kar bike? Xelk bi birçîtî û xizaniyê re rû bi rû hatiye hiştin. Ji bo piştgiriyê bidin çandinî û sewalkariyê em ê ya ji dest tê bikin. Em ê ne tenê projeyên îmarê, ji bo ev der pêş bikeve hemû derfetên xwe seferber bikin. Em cihêkariyê di navbera gel de nakin. Em ê rê nedin projeyên AKP’ê yên civaka elewî tune dihesibîne. Hevşaredarên me li Bulamê, Bulam jî gelek ji DEM’ê tê. Em ê li vê qadê govenda serkeftinê bigerînin.” 
 
Ji ber kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, di bernameyê de muzîk nehatin vekirin û bername bi çepikan bi dawî bû. Hatîmogûllari û şandeya pê re piştre jî ber bi navenda bajêr ve ketin rê.”