Hevserokên Giştî yên DBP’ê li Êlihê ne: Em bi ruhê seferberiyê dixebitin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokên Giştî yê DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir li Êlihê tev li xebatên hilbijartinê bûn û bang li gel kirin ku piştgiriyê bidin namzetên bajar ên bi ruhê seferberiyê kolan bi kolan dixebitin. 

Xebatên hilbijartinê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bênavber didomin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û namzeta hevşaredariyê ya Êlihê Gulistan Sonuk û şandeya pê re çûn serdana atolyeya tekstîlê ya Êlihê û ji karkeran deng xwestin. 
 
Şandeyê li pirsgirêkên karkerên tekstîlê guhdarî kir û gotin; “Em ê ji bo çareserkirina pirsgirêkan bên.” Şandeyê ji karkeran re gotin ku dê piştî hilbijartinê bi hev re bajarekî demokratîk ava bikin. Karkeran jî destnîşan kirin ku ew bajarekî demokratîk, wekhev û biedalet dixwazin û dixwazin ji qeyûman bên paqijkirin. Herî dawî jî karker û şandeyê bi hev re govend gerand. 
 
‘DIVÊ EM BI RUHÊ SEFERBERIYÊ BIXEBITIN’ 
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û şandeya pê re jî xebatên hilbijartinê li bajarokê Kaniya Hanê ya navçeya Hezoyê domand. Şande, rastî eleqeyeke mezin a gel hat û li navenda bajarokê hevdîtin hat lidarxistin. Bayindir li vir axivî û wiha got: “Em ê di vê pêvajoyê de pir bixebitin û pir kedê bidin. Bêguman di têkoşîn û projeyên mezin de dê kêmasî çêbibin. Em ê kêmasiyên xwe jî bibînin, li rexneyan guhdarî bikin û têkoşîna xwe bidomînin. Îro tevahiya Kurdistanê têdikoşe. Gelê me li qadan, hevalên me li zindanan vê berxwedanê mezin dikin. Ji 7 salî heta 70’ê salî her kes bi ruhê seferberiyê dixebite. Tevahiya partiyên pergalê hewl didin serkeftinên DEM Partiyê reş bikin.” 
 
ŞIRNEX 
 
Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Silopiya ya Şirnexê Jiyan Ormanli û Rênas Onuk, li gel Hevşaredarên Silopiyayê Adalet Fîdan û Suleyman Şavluk çûn serdana esnafên Cadeya 1’emîn a navenda navçeyê. Partiyî rastî eleqeyeke zêde hatin. Partiyiyan li pirsgirêkên esnafan guhdarî kirin û têkildarî geşedanên di rojevê de sihbet kirin.