Ji DEM Partiyê banga ji bo dengdêrên livdar: Dengek dê hîleyan xera bike

STENBOL - Hevberdevkê Komîsyona Hilbijêrên Livdar a Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê Mehmet Ûçar diyar kir ku ew li ser 110 navendan hût bûne û destnîşan kir ku qeyda dengdêrên livdar wê heta 27'ê adarê dewam bike. Ûçar bang li hilbijêrên ku hêj qeyda xwe çênekirine kir û got: "Dê dengek hîleyan xera bike." 
 
Rêxistina Bajêr a Stenbolê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) beriya hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê, bal kişand ser hilbijêrên livdar. DEM Partiyê ku di hilbijartinên 14'ê Gulanê de bi hezaran hilbijêr bir bajarê wan, armanc dike ku di vê hilbijartinê de jî herî kêm bi 200 otobusî veguhêze. Di vê çarçoveyê de DEM Partiyê ji bo hilbijêrên livdar ên ku dûrî bajarê xwe ne û derfeta çûna wan tune ye tevgeriya û bi Komîsyona Hilbijêrên Livdar li 3 herêmên bajêr dixebite. 
 
XEBATÊN TESPÎTKIRINA HILBIJÊRÊN LIVDAR
 
Hevberdevkê Komîsyona Hilbijêrên Livdar Mehmet Ûçar diyar kir ku ji roja dest bi xebatan kirine û vir ve wan bi komîsyonên ku li hemû navçeyan hatine avakirin re hilbijêrên livdar tespît kiriye û dest bi tomarkirinê kiriye. Ûçar rêbazên ku ji bo tespîtkirina hilbijêrên livdar tên bikaranîn jî wiha nirxand: “Di vê hilbijartinê de rêbazeke xebatê hat diyarkirin ku hilbijêrên livdar rasterast pêwendiyê bi wan navçeyan re deynin. Yek ji van lêkolînan jî xebatên ku bi rêya sendîkaya înşaetê dihatin kirin bû. Ew jî li şantiyeyan xebatên xwe didomînin. Tiştekî din jî ew e ku 110 dever hene û ji bo van jî em hevdîtinê bi komeleyan re datînin. Yek ji rêbazên ku di vê serdemê de ji aliyê navenda giştî ve hat diyarkirin jî wiha ye: Tespîtkirina hilbijêrên livdar ên li Kurdistanê ne ku bi serdanên malan an jî ji qadên cuda tên tespîtkirin. Piştî ku tên tespîtkirin qeyda wan ji aliyê rêxistinên bajar û navçeyên Kurdistanê ve tên çêkirin. Em hewl didin ku bi rêbazeke wiha ya piralî qeydan çêbikin."
 
WÊ HETA 27'Ê ADARÊ BIDOME
 
Ûçar diyar kir ku dê qeydkirin heta 27'ê Adarê berdewam bike. Ûçar anî ziman ku wan wekî komîsyon ji bo xebatên xwe ragihînin li hemû noqteyên Stenbolê daxuyaniyên anons kiriye û belavok belav kirine û got: “Hilbijêr dema belavokan wergirin dê barkodê bibînin. Dema ku ew koda barkodê li ser telefonên xwe bişopînin, ew ê bibînin ku em li ku dixebitin. Ji bo kesên ku îmkana wan a derketina derve tune ye jî forma qeydê ya bi elektronîk hatiye amadekirin. Ew dikarin bi dagirtina forma qeydkirinê jî xwe bigihîjin me. Ew dikarin bi hêsanî xwe bigihînin van agahiyan di hesabên medyaya sanal yên hemû rêxistinên me yên bajêr û navçeyan."
 
Ûçar diyar kir ku bi taybetî li navçeyên Stenbolê eleqeyeke mezin a hilbijêran heye û serlêdan hene û wiha got: "Em difikirin ku di pêşerojê de ev eleqe hê zêdetir bibe. Di warê namzetên me de xebat hene. Namzetên Hevşaredariyê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî li her derê der barê xebatê de dıaxıvın û wiha got: "Û em dibînin ku li her derê ev eleqe zêde dibe. Em bawer dikin ku di sala 2019'an de di lêkolîna me ya hilbijêrên lıvdar de daxwaz ji 10 hezarî zêdetir bû. Em wisa difikirin ku di zûtirîn demê de em ê vê hejmarê deerbas bikin." 
 
Ûçar bal kişand ser girîngiya dengên hilbijêran û wiha dewam kir: "Hilbijêr carinan dibe ku têkeve nava rehaveteke 'ez neçim'. Divê nekvin nava rehaveteke wiha, ji ber ku navçeyên me yên wiha hene ku tenê bi 25 dengan ji dest me çûne. Divê teqez em di vê hilbijartinê de rê nedin vê yekê. Di vî warî de em daxwaz dikin ku hemû gelê xwe bi taybetî jî kesên di pozîsyona hilbijêrên livdar de hestiyar bin. Ne tenê ew, xizmên wan, dostên wan, hevalên wan kî hebin divê wan hişyar bikin û wan ber bi partiya me ve bişînin." 
 
‘DÊ DENGEK HÎLEYAN XERA BIKE'
 
Ûçar ku  di vî warî de li hêviya hesasiyeta her kesî ye got: “Em dibêjin dê DEM were û dengekî hîleyan xera bike. Ji bo em şaredariyên xwe yên ku bi feraseta qeyûman hatine desteserkirin cardin ji wan bistînin, dê dengeke me besî vê be."
 
MA/ Îbrahîm Irmak