Namzetên Geverê: Em ê di 31’ê Adarê de qeyûman bişînin

COLEMÊRG - Namzetên Hevşaredariya Geverê Şadiye Kirmizigul û Şoreş Dîrî destnîşan kirin ku ew ê bi gel re şaredariyê bi rê ve bibin û wiha gotin: “Em ê di şeva 31’ê Adarê de qeyûman bişînin." 
 
Desthilata AKP’ê di sala 2015’an de li Geverê wek dijminane êrişî daxwaza gel a rêveberiya xweser kir. Hilbijartiyên Geverê di salên 2016’an û 2019’an de ji peywirê hatin girtin û li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin. Armanca Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ew e ku bi dengeke zêdetir bi ser bikeve û qeyûman bişîne. 
 
QEYÛM QER DAN SER HEV
 
Şaredariya ku ev du serdem in bi destê qeyûman tê birêvebirin, ji ber qerên li pey xwe hiştine qet ji rojevê neket. Qeyûmê ku piştî qedexeyên derketina derve di 19’ê kanûna 2016’an de hatiye tayînkirin, bêyî tu xizmetan bike, şaredarî 680 milyon lîreyan qerdar kir. Piştî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) şaredarî careke din bi dest xist, cara duyemîn qeyûm hate tayînkirin û qer li ser qeran zêde kir. Di demeke nêz de qeyûm diyar kir ku qerê şaredariyê bûye 995 milyon û 625 hezar lîre. 
 
‘EM Ê TEXRÎBATAN JI HOLÊ RAKIN’
 
Namzetên Hevşaredariya Geverê Şadiye Kirmizigul û Şoreş Dîrî yên bi hilbijartina gel hatine diyarkirin, anîn ziman ku ew ê bi dengeke zêdetir werin hilbijartin û gotin ku ew ê texrîbatên qeyûm çêkirine ji holê rakin û ji gel re xizmetê bikin. 
 
Ji namzetan Şadiye Kirmizigul di sala 1992’yan de li gundê Tûyê ya girêdayî Şemzînan a Colemêrgê ji dayik bûye û di sala 2011’an de di Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) de wek rêveber cih girt, di salên 2013, 2014’an de li Amed, Bedlîs û Wanê di meclisên jinan a partiyê de kar kir. Kirmizigul di navbera salên 2019 û 2021’an de Hevserokatiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Geverê kir, ji sala 2021’an de jî wek endama Meclisa Partiyê (PM) hate hilbijartin. Kirmizigul a ji bo bernamzetiya Hevşaredariya Geverê li bajêr tev li pêşhilbijartinê bû, piraniya dengan stend û wek namzeta hevşaredariyê hate diyarkirin. 
 
JI BO JIN Û CIWANAN DÊ QADAN AVA BIKIN
 
Kirmizigul, da zanîn ku li bajarên Kurdistanê ji 8 salan zêdetir e şaredarî bi destê qeyûman tên birêvebirin û diyar kir ku ew ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelê Geverê û xizmeta gel bûye endam û wiha axivî: “Em ji bo dawî li talan, texrîbatê, rantê û ambargoya ser gel tê domandin dawî bikin bûn namzet. Dema ku em hatin hilbijartinê dê bi paradîgmaya partiya me ya demokrasiya herêmî, bi awayeke aştiyane tîne ba hev, dê bi rê ve bibin. Pêşî em ê qadên hînbûna ziman û dîroka kurdî, ji bo jinên di nava çar dîwaran de bêyî kar hatine hiştin qadan ava bikin, ji bo ciwanên xizan hatine hiştin û welatiyên sewalkariyê dikin re qadên aborî û xwe pêşxistinê ava bikin. Em ê çandiyê teşwîq bikin û derfetên kar biafirînin." 
 
‘EM Ê BI AQLÊ HEVPAR BI RÊ VE BIBIN’
 
Di berdewama axaftina xwe de Kirimizigul diyar kir ku ew ê şaredariyê bi bi feraseta hevşaredariyê bi rê ve bibin û wiha domand: "Em ê bi aqlê hevpar tevbigerin, li pêşniyarên jin û ciwanan guhdar bin û şêwaza demokratîk, exlaqî û polîtîk ji xwe re esas bigirin. Gelê Geverê xwedî wijdan û îrade ye. Dê di hilbijartina 31’ê Adarê de bersiva pêwîst bide. Em ê bi rêjeyeke mezin şaredariyê bistînin. Baweriya me ji gelê me tê. Dê serkeftin bibe ya gelê Geverê.” 
 
Ji namzetê hevşaredariyê Şoreş Dîrî jî di sala 1994’an de ji dayik bûye û di hilbijartinên herêmî yên sala 2019’an de wek Endamê Meclisa Şaredariyê hate hilbijartin. Dîrî, di heman demê de endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ye û di navbera salên 2021 û 2023’yan de Hevserokatiya HDP'a Geverê kir. Dîrî, di hilbijartina gel de bi dengeke mezin hate hilbijartin û bû namzetê Şaredariya Geverê yê DEM Partiyê. 
 
‘KIRINE ŞÎRKETA BAVÊ XWE’
 
Dîrî, qerên mezin ên ku qeyûm li pey xwe hiştine bi bîr xist û ev tişt anî ziman: "Em bi tu awayî ji qerên hatine hiştin natirsin. Em ê qeran bikin texsît û bi derfetên jê dimînin dê xizmeta gel bikin. Em ê nabêjin qer gelek in, em nikarin xizmetê bikin. Li aliyê din qeyûm her tiştê gel pêşkeşî derdorê xwe kirine. Tevî qeyûm cîgirên wan ên 'qeyûmk' jî hem ji alîkariya qeyûm, hem ji endamtiya meclisê de cih digirin û şareadariyê weke şîrketa bavê xwe bi rê ve dibin. Her yek ji wan 4-5 cihan dora 100-150 hezar lîre mûçe distînin. Ciwanên ewqas bêkar hene, ew hemû derfetên şaredariyê peşkeşî qeyûm û cîgirên qeyûm dikin.”
 
‘EM Ê BI GEL RE BIRYAR BIDIN’
 
Di berdewama axaftina xwe de Dîrî destnîşan kir ku ew ê ji ber pereyên bi neheqî xistine berikên xwe ji Wezareta Karên Hundirîn mufetîş bixwazin û bi ser texrîbatên qeyûm bisekinin. Dîrî, da zanîn ku ew bi tevahiya pêkhateyên li bajêr re hatine ba hev û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê bajar bi hemû pêkhateyên xwe ve bi rê rê ve bibin. Em ê tevahiya biryaran bi gelê xwe re bidin û dê bi hev re bi rê ve bibin.”
 
'DÊ KELEHA BERXWEDANÊ BI DENGEKÎ BILINDTIR BI SER KEVE’
 
Dîrî di dawiya axaftina xwe de ser îradeya gelê Geverê sekinî û ev tişt got: “Gever stuyê xwe li hemberî tu kesî natewîne. Dê di şeva 31’ê Adarê de guh û çavê her kesê li Geverê be û dê binere bê ka Geverê bi dengê bilidtirîn şaredarî bi dest xistiye yan na. Dê gelê Geverê bi dengê herî zêde îradeya xwe nîşan bide. Dê Xirvata û Bajêrge jî bi dengeke mezin xwedî li partiya xwe derbikevin.” 
 
MA / Mazlum Engîndenîz