5 fezlekeyên din ên ‘parêzbendiyê’ ji Meclisê re hatin şandin

img
ENQERE - Fezlekeyên ji bo rakirina parêzbendiyên 5 parlamenterên DEM Partî û TÎP’ê hatine amadekirin ji Serokatiya Meclisê re hatin şandin. 
 
Tezkereyên Serokkomariyê yên Têkildarî Rakirina Parêzbendiya Qanûndanînê yên derheqê 5 parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) de hatine amadekirin, ji Komîsyona Têkel a ji Endamên Komîsyona Destûra Bingehîn û Edaletê ya Serokatiya Meclisê pêk tê re hate şandin. 
 
Parlamenterên derheqê wan de fezleke hatine amadekirin ev in: Serokwekîlê Meclisê yê DEM Partiyê û Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Buldan, Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz, Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Onan û Parlamenterê TÎP’ê Ahmet Şik. 
 
Di nava fezlekeyên hatine şandin de 3 dosyayên Parlamenter Olan hene.