Dayik bi pêşmalkên ‘tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye’ çûn serdana esnafan

img
NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê li gelek bajaran xebatên hilbijartinê domand. Dayikên di Nobeta Edaletê yên Mêrdînê jî pêşmalkên bi nivîsa “tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin û çûn serdana esnafan. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya xebatên hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de li gelek bajaran xebatên xwe didomîne.  
 
MÊRDÎN 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê çû serdana esnaf û malbatan. Kiliçgun û şandeya pê re li pêşiya avahiya DEM Partiyê ji hêla Dayikên Aştiyê yên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiya Nobeta Edaletê li dar dixin û girseyeke qelebalix ve hatin pêşwazîkirin. Piştre jî li gel dayikan çûn serdana esnafan. Dayikan pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kiribûn û wisa çûn serdana esnafan. Uçar û şandeya pê re bi çepikan hatin pêşwazîkirin. Di serdanê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan" hate berzkirin. Şande piştre jî derbasî buroya hilbijartinê ya jinan a DEM Partiyê bûn. Uçar, li vir heta demekî bi welatiyan re wêne kişand. Piştre jî çû serdana hinek malbatan. 
 
Namzetên hevşaredariyê yên Midyadê Huda Erdem Aslan û Hîkmet Duman jî bi nûnerên cemaeta suryanan re civiyan. Namzet piştre jî tevî Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê George Aslan çûn serdana esnafan. 
 
Namzetên hevşaredariyê yên Şemrexê Kudret Uçuk û Hamdîn Demîr jî tevî Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz çûn serdana gundan. Piştî serdanên di danê sibehê de, şande çû serdana esnafên navendê. Aydenîz di serdanê de axivî û wiha got: “Gelê kurd bi sala ye rastî polîtîkayên înkar û îmhayê tê. Yên ku bi sala ye li ser vê xakê dijîn em in. Hewl didin bi polîtîkayên cuda me ji hev parçe bikin. Heke gelê kurd bixwaze azad bijî, divê yekitiya xwe xurt bike. Ev hilbijartin jî ji bo me bi vê armancê ne.” 
 
Namzetên hevşaredariyê yên Dêrikê Songul Ozbahçecî û Cengîz Temellî jî xebatên xwe li gundan domandin. Eleqeyeke zêde ya welatiyan ji bo namzetan hebû. Di serdanan de govend hatin gerandin û namzetan piştgirî xwestin. 
 
Namzetên Stewrê Hatîce Oncu û Selahattî Onder jî tevî Parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar re xebatên hilbijartinê meşandin. Li navenda navçeyê şande çû serdana esnafan û piştre jî li gundan hevdîtin kirin. 
 
ERZIROM
 
Li navçeya Qereçoban a Erziromê namzetên hevşaredariyê Kazim Erhan û Zelal Yîgît û partiyiyên ku parlamenterê DEM Partiyê di nav de serdana dikandaran kir. Gergerlîoglû, bi lêv kir ku divê DEM Partî li navçeyê rekorê bişikîne. Dikandaran eleqeyeke zêde nîşanî partiyiyan da. 
 
AGIRÎ
 
Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Agiriyê Hazal Aras û Mehmet Akkûş li gel parlamenter Sirri Sakik serdana xwendekarên li Zanîngeha Îbrahîm Çeçen a Agiriyê kirin. Partiyiyên serdana avahiyên Fakulteya Perwerdehiyê û Navenda Jiyanê ya Zanîngehê kirin, pirsgirêkên ku ciwan dijîn guhdarkirin. Ciwanan anîn ziman ku pirsgirêkên weke veguhestin, cihê lê mayînê û ewlehiyê dijîn. 
 
QERS
 
DEM Partiyê li navçeya Qaxizmanê bi serdana dikandaran xebatên xwe yên hilbijartinê domandin. Partiyiyên ku Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û namzetên hevşaredariyê Guler Hatay û Mehmet Alkan jî di nav de yek bi yek serdana dikandaran kirin. Partiyiyan, pirsgirêkên ku dikandar dijîn guhdarkirin û soza “çareseriyê” dan.