Berdan Ozturk: Dê di hilbijartinê de bersiva derewîn û talankeran bê dayîn

img
WAN - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di hevdîtinên bi gel re yên li Payîzava û Westanê de axivî û wiha got: “Dê gelê me di 31’ê Adarê de bersiva derewker û talankeran bide. Dê bi vê bersiva xwe bibêje; ‘hûn îradeya me xesp bikin jî em li vir in.’” 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeyên Payîzava û Westanê yên Wanê hevdîtinên bi gel re li dar xist. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, rêveberiyên DEM Partî û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê, endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes tev li bûn. 
 
Welatiyan di hevdîtinê de cil û bergên kurdî li xwe kirin û şande bi coşeke mezin pêşwazî kir. Piştre jî heta demekî dirêj govend hate gerandin. Namzetên hevşaredariyê yên Payîzavayê Mudaddes Karakoç û Mehmet Tahir Ertaş li vir axivîn, gel silav kirin û projeyên xwe vegotin. 
 
Piştre jî Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî axivî û bal kişand ser grevên birçîbûnê yên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk li girtîgehan hatine destpêkirin. Dîlekçî, wiha got: “Divê birêz Abdullah Ocalan bikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike.” Her wiha Dîlekçî rola Abdullah Ocalan a di aştiyê de vegot. Di vê navberê de girseyê bi yek dengî dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kir. 
 
'EV 50 SAL IN GELÊ KURD DIBÊJE EM LI VIR IN’
 
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî got ku îktîdara AKP-MHP’ê ji bo tunekirina çand û zimanê gelê kurd tevdigere û wiha domand: “Têkoşîna li dijî vê jî roj bi roj mezin dibe. Ev 50 sal in ev polîtîkaye tê meşandin. Vê pergalê, vê zîhniyetê bi hezaran mirovên me qetil kir. Ez kurd im û xaka ez li ser dijîm jî Kurdistan e. Tevî her tiştekî jî ev 50 sal in Kurdistan dibêje ‘ez li vir im.’ Xwedî li çand, dîrok û zarokên xwe derdikeve. Hikûmet guherîn lê zîhniyeta wan mîna xwe ma.”
 
Di berdewamê de Ozturk bal kişand ser tecrîdê li ser Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Ev 3 sal in tu agahî ji birêz Ocalan nayên girtin. Dengê birêz Ocalan dengê gelê kurd e, dengê gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Tecrîd, li dijî aştiyê tê domandin.” 
 
'GELÊ TIRK JÎ BEDEL DIDE’
 
Ozturk, bi lêv kir ku gelê kurd di her şert û mercan de îradeya xwe rabe dike û wiha pê de çû: “Lê ev zîhniyete qebûl nake. Li bajarên Tirkiyeyê qebûl dikî lê li Kurdistanê qebûl nakî. Îcar bêyî şerm bikin qala demokrasiyê dikin. Ev ne demokrasî ye, talan û kedxwarî ye. Gelê me li dijî vê zîhniyetê, têkoşîna azadiyê dide. Gelê me dê di 31’ê Adarê de bersivê bide van derewîn û talankeran. Bi vê bersiva xwe dê bibêje; ‘hûn îradeya me jî xesp bikin em li vir in. Navê welatê me Kurdistan e. An hûn ê qebûl bikin an jî dê qebûl bikin. Bi lêçûnên şer re gelê tirk jî bedel dide. Lê çi lêçûnên aştiyê nînin. Bi milyonan kes dibêje; ‘rêya aştiyê îmrali ye, azadiya Ocalan e.’ Heke hûn vê tecrîdê bidomînin, em jî dê têkoşîna xwe mezintir bikin.”
 
Piştî axaftinan, şande derbasî navçeya Westanê bû.
 
WESTAN
 
Şande li Westanê jî bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Namzetên hevşaredariyê yên Westanê Kubra Akti û Rûknettîn Hakan di hevdîtinê de projeyên xwe vegotin û piştgirî xwestin. Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt jî bertek nîşanî tecrîda li ser Abdullah Ocalan da û got bi tecrîdê dixwazin bêhnê li gelê kurd biçikînin. Kurt, ji bo hilbijartinê jî peyama serkeftinê da. 
 
‘NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ BIRÊZ OCALAN E’
 
Herî dawî jî Berdan Ozturk axivî û got ku gelê kurd dixwaze mîna gelên din wekhev û azad bijî. Ozturk, bal kişand ser girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê û wiha bertek nîşanî astengkirina vê da: “Ji bo vê gelê me bedelekî giran da.” Ozturk, qala “pêvajoya çareseriyê” kir û wiha got: “Di navbera 2013-2015’an de bi birêz Ocalan re hevdîtin hatin kirin. Demokrasî hat û ji hêla aborî ve pêşiya Tirkiyeyê vebû. Navnîşana çareseriyê birêz Ocalan e. Ji dengê birêz Ocalan ditirsin. Dengê wî dengê aştiyê ye.” Di vê navberê de girseyê dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.
 
Herî dawî jî Ozturk ev tişt anî ziman: “Li dijî kesên me tune dihesibînin em biçin ser sindoqan. Ev zîhniyete dijminatiyê li ziman û çanda kurdî dike. Li dijî vê zîhniyetê em biçin ser sindoqan. Em di 31’ê Adarê de bersivê bidin vê pergalê.” 
 
Hevdîtin, bi gerandina govendê bi dawî bû.