‘Em ê Erdîşê bi ferqa 10 hezar dengan bistînin’

WAN - Namzetên Hevşaredariyê yên Erdîşê Guler Temel û Baran Bîlîcî li her tax û kolanekê bi coş tên pêşwazîkirin. Namzetan anîn ziman ku ew ê herî kêm bi ferqa 10 hezar dengan şaredariyê bi dest bixin û diyar kirin ku li dijî pirsgirêkên navçeyê projeyên wan ên çareseriyê amade ne. 
 
Li gel nêzbûna hilbijartinên herêmî kelêcan jî her ku diçe zêdetir dibe. Bi taybetî jî li bajarên bakurê Kurdistanê yên qeyûm lê hatine tayînkirin ev kelecan bêhtir zêde dibe. Armanca gelê kurd ew e ku şaredariyên bi destê qeyûman hatine desteserkirin, bi ferqeke mezin standin e. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de şaredariya navçeyê ji sedî 49,6’ê dengan bi dest xist. Niha hejmara navçeyê 172 hezar e û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Erdîşê ferqa 3 hezar dengan dixwaze di vê hilbijartinê de qasî 3 caran zêdetir bike.  
 
Namzetên hevşaredariyê yên Erdîşê Guler Temel û Baran Bîlîcî ên her roj diçin serdana kesên nikarin ji malên xwe derbikevin, malbat û esnafan. Hevserokê li her kolan û taxê bi coşekek mezin tên pêşwazîkirin. Herwiha namzet li kolanên herî qelebalix belavokan belav dikin, civînên gel li dar dixin, bi jinan re civînên xweser li dar dixin û herwiha li gel guhdarkirina pirsgirêkên welatiyên, derbarê van pirsgirêkan de ji gel re projeyên xwe yên çareseriyê vedibêjin. Stran û coşa di buroyên hilbijartinê de kêm nabe û ev der dibin qadên govendê û mezinkirina coşa gel. 
 
COŞA JI 7 SALIYÊ HEYA 70 SALIYÊ
 
Zarokên li gundê Eganîsê di hevdîtina li taxê de alên mezin ên DEM Partiyê hilgirtin, bi îşaretên serkeftinê xwedîderketineke coş dan nişandan. Alên DEM Partiyê yên ji paceyên malan de hatine daliqandin balê dikişînin. Jinên ku wesayîtên hilbijartinê bi kêfxweşî silav dikin dibin mizginiya serkeftina hilbijartinê. 
 
ROJEVA JINAN TECRÎD E  
 
Di serdan û civînên bi jinan re tên kirin de rojeva sereke tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Jin ser tecrîda li jiyana wan bandor dike nîqaşan didomînin, ji bo çareseriyê jî paradigmaya Ocalan, pergela hevserokatiyê nişan didin. Herwiha di her hevdîtinan de li dijî tecrîda tê domandin tiştên dikevin ser milên jinan tên nîqaşkirin. Namzetên hevşaredariyê li dijî xespkirina qeyûm, ji her kesê dixwazin ku, her kesek herî kêm 3 kesan îqna bike ku dengên xwe bidin DEM Partiyê. Partiyî bi gotina “Em li îradeya xwe, çanda xwe û xwe xwedî derbikevin.” xebata xwe ya hilbijartinê didomînin. 
 
‘EM Ê XIZMETÊN NÎVCOYÎ MANE BIDOMÎNIN’
 
Namzetê Hevşaredariyê Baran Bîlîcî bi lêv kir ku welatiyên ku ew serdana wan dikin ji wan re wiha gotine: “Me ji destê van xelas bikin û teslîmî wan nekin”. Bîlîcî destnîşan kir qeyûm gundên ku ew li pêş in ceza dike, xizmetê nabe wan deran û axaftina xwe wiha domand: “Beriya qeyûm, yekem carê veguheztina giştî hate navçeyê. Cihê bazirganiyê yên paqij hatin avakirin. Herwiha projeyên me yên nûkirinê hebûn. Gel ji şaredarvaniya me qayîl bû. Bi kelêcanî li benda me ne. Dema ku em bi ser ketin ê xebatên hevserokên xwe yên nîvcoyî mayî ê temam bikin.” 
 
‘XWEDÎDERKETIN MEZIN E’
 
Namzeta Hevşaredariyê Guler Temel destnîşan kir ku projeyên wan ên ji bo jinan amade ne û diyar kir ku ew ê ji sedî 90’ê van pirsgirêkan çareser bikin. Temel da zanîn ku şaredariyên ku DEM Partî bi dest dixe, dê bibin şaredariyên gel û wiha axivî: “Jin ji me re dibêjin ku, ‘Em deng nadin we, em dengê xwe didin xwe. Hûn ê me bigihînin serkeftinê.’ Em şaredarvaniya gel diparêzin. Dema em serdanan dikin welatî qala xizmetên me yên beriya qeyûman dikin. Derbarê şaredariya me de yek lêpirsîna nelirêtiyê nîn e. Feraseta me zelal e. Kesên em serdana wan dikin ji me re, ‘Hûn li gel me ne, bi me re ne, em kengî bixwazin tên cem we û diçin. Qeyûm desthilatê kiriye bela serê me. Ne ya we ye’. Ji ber wê xwedîderketineke mezin a partiya me heye.”  
 
HEVSEROKATÎ XIZMETÊN HÊJA TÎNE
 
Di berfirehiya axaftina xwe de Temel serweriya zilamên li kolanan bajêr bi bîr xist û got ku qeyûm hemû destkeftiyên jinan ên bi destê HDP’ê hatibûn avakirin ji holê rakirin. Navendên jiyanê yên jinan hebûn, atolyeyên xwendina pirtûkan, mêvanxaneya jinan û gelek projeyên me yên ji bo jinan hatibûn amadekirin hebûn. Em li Erdîşê pirsgirêkeke mezin a zilaman dijîn. Tevahî cihên ku jin demên xwe derbas dikirin û pêdiviyên xwe çareser dikirin, hatin girtin. Jin dizanin ku dê pergala hevserokatiyê gelek xizmetên hêja pêşkeşî wan bike.” 
 
BI FERQA 10 HEZAR DENGAN
 
Di dirêjiya axaftina xwe de Temel bi bîr xist ku ji ber tevlibûna kêm ew di hilbijartina derbasbûyî de bi ferqa 3 hezar dengan, şaredariyê bi dest xistine û diyar kir ku dê di vê hilbijartinê de tevlibûn zêdetir bibe û got ku ew ê herî kêm bi ferqa 10 hezar dengan bi ser bikevin. Temel, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dixwazin her kesek piştevaniya me bike, hêzê bide me. Ez hêvî dikim kesek nabêje, ‘Bi dengê min tiştek nabe’. Pêdiviya me bi dengê her kesekê heye. Taybetî jî banga me ji ciwanên ku li metrepolan dijîn, dixebitin, xwedevaniyê dikin. DEM partiya ciwanan e. Em bawer dikin ku dê ciwanên me bên, berpirsyariya xwe hilgirin ser xwe û hêzê bidin me. Partiya me mesrefên hilbijêrên li derve pêşwazî dike. Gelê me bila li navçeya lê ne serlêdanên xwe bikin, nav û paşnavên xwe bidin nivîsandin û bên dengen xwe bi kar bînin.”
 
MA / Rûkiye Adiguzel