Namzetên DEM Partiyê yên Gundikê Melê behsa projeyên xwe kirin

img
ŞIRNEX - Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Bajaroka Gûndikê Melê ya Şirnexê Gulsun Atak û Ferît Artûç diyar kirin ku piştî serketina di hilbijartinan de ew ê gelek projeyan pêk bînin. 
 
Şirnex yek ji wan bajaran e ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) xebatên xwe yên hilbijartina 31'ê Adarê bênavber didomîne. Tevî ku hate diyarkirin ku bi hezaran leşker û polîs wekî dengdêr hatine sewqkirin jî, DEM Partî dixwaze li bajarê ku Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) derî li îtoirazên ji bo vê girtine, bi serkeftineke mezin bersivê bide desthilatê.
 
BDP di hilbijartinên 2014'an de bi rêjeya 64,7 bajarokê bi dest xistibû, lê di Adara 2017'an de qeyûm tayinî wê hatibû kirin. Di hilbijartinên herêmî yên sala 2019'an de HDP'ê şaredarî ji qeyûm stendibû.
 
Rêvebiriya HDP'ê tevî derfetên kêm jî di dema wezîfeya xwe de gelek xizmet ji gelê bajarokê re kir. Pirsgirêkên binesaziyê û avahîsaziya bajêr hatin çareserkirin û xebatên rê û peyarê hatin qedandin. Dîsa Pirtûkxaneya Mala Zanînê hat vekirin, Ziyaretên bajarokê hatin selihandin çalakiya kevneşopî ya Adarokê her sal bi beşdariya bi hezaran kesî hat organîzekirin û di 8'ê Adarê de ji jinan bernameyên taybet hatin lidarxistin. 
 
Ji bo hilbijartinên 31'ê Adarê, Gulsûn Atak û Ferît Atuç wekî namzetên hevşaredariyê di pêşhilbijartinên DEM Partiyê hatin diyarkirin. Atak û Artûç ên xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin, behsa projeyên xwe kirin. 
 
Ji namzetan Gulsun Atak (34), di hilbijartinên 2014'an de weke endama Meclisa Şaredariya Şirnexê ya BDP’ê hat hilbijartin lê piştî tayînkirina qeyûm, ev peywira wê nîvco ma. Atak, xebatên xwe yên di nava partiyê de domand, di sala 2023'yan de Hevberdevkiya Bajarê Şirnexê ya Partiya Çepên Kesk kir û di nava siyasetê de cih girt. 
 
‘DÊ FIKR, GOTIN Û BIRYARA JINÊ ÇALAK BE'
 
Atakê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser xebatên şaredariya niha ya HDP’ê û got: “Hevalên me di hilbijartinên herêmî yên sala 2019’an de bi ser ketin û 5 salan vê derê bi rê ve birin. Bi serketina şaredariyê re nasnameya jinê di rêveberiyê de cih girt. Daxwaz û pêdiviyên jinan ên li bajêr esas hatin girtin. Di lêkolînan de gotin, fikir û biryarên jinan esas hatin girtin. Her sal ji bo jinan çalakî hatin lidarxistin. Di warê çand û hunerê de proje hatin çêkirin. Di xebatan de pêwendî bi hemû jinên bajarokê re hat danîn." 
 
Atakê diyar kir ku dema di serdema nû de dest bi wezîfeyê bikin ew ê xebatên heyî hê zêdetir pêş bixin.
 
Atakê got: “Li bajêr rêjeya xwendin û nivîsandinê ya jinan zêde ye. Di gelekwarên karsaziyê de cih digirin, lê di qada siyasetê de hema bêje tune ne. Mêr di siyasetê de hewl didin rê li jinan bigirin. Jin di nava hêza kedê de cih digirin, lê jin ji aliyê mêran ve di nava saziya biryardayînê de tên astengkirin. Hevala me ya jin a ku di serdema berê de hevşaredar bû, ji bo heq ji vê derkeve gelek hewl da. Dema ku em hatin ser desthilatdariyê, em ê pêşî vê ferasetê bişkînin û em ê bikin ku jin di proje û rêveberiyê de di mekanîzmaya biryardayinê de bin." 
 
QADA ÎSTIHDAMÊ
 
Atakê diyar kir ku li bajarê ku sewalkarî lê zêde ye jin bi giştî şîr û berên bişîr çêdikin û dibirin navenda bajêr û difroşin û wiha got: “Dema ku em bên ser kar em ê hewl bidin ku jin di kar û xebatên xwe de çalaktir bibin. Em ê berhemên jinan ji wan bikirin û em ê li marketa ku ava bikin bifiroşin. Bi vî awayî em armanc dikin ku dahata aborî ji jinan re peyda bikin."
 
Namzetê Hevşaredariyê Ferît Artûç (34) jî diyar kir ku ew ê projeyên nû li projeyên rêveberiya şaredariyê ya heyî zêde bikin. 
 
Artûç diyar kir ku gelê bajêr bi giranî bi çandinî û sewalkariyê debara xwe dike û got ku ew ê pirsgirêka bêkariyê ya li bajêr çareser bikin. Artûç da zanîn ku yek ji pirsgirêkên herî girîng ên gelê bajarokê pêdiviya qadên jiyana civakî ne û got: “Di qadên jiyana civakî de kêmasî hene, bi taybetî jî yên ciwanan. Dema ku em bên ser kar, em ê navendeke civakî ava bikin ku ji qada fûtbolê heya bi ya avjeniyê û tenîsê tê de hebin. Em ê şaredarîvaniyeke şefaf pêk bînin. Em ê tabloya dahat û lêçûnên şaredariyê her meh bi gel re parve bikin. Gelê me dê şahid be ku em çi dikin û çawa dikin. Bajarê me bi qasî 15 kîlometreyan dûrî navenda bajêr e. Gelê me her roj diçe navenda bajêr. Wekî şaredarî em ê xizmetê ji wan re bikin. Em ê gelê xwe ji barê aborî rizgar bikin. Em ê ji bo dawetan saloekê ava bikin. Dema em ê tevî gelê xwe şaredariyê bi rê ve bibin."