Tevî berfê jî xebatên hilbijartinê hatin domandin

img
ŞIRNEX - DEM Partiyê tevî nîv metreya berfê ya li Elkê bariyayî jî xebatên xwe yên hilbijartinê domand. 
 
Ji ber berfa zêde ya li navçeya Elkê ya Şirnexê rêyên gelek gundan hatin girtin. Şert û mercên nebaş ên navçeyê jî nekarîn li pêşiya xebatên hilbijartinê bibin astengî. 
 
Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Elkê Beybûn Arslan û Agît Yîgît, tevî berfa zêdetirî nîvmetreyê bariyayî jî tevî partiyiyan xebatên hilbijartinê domandin. 
 
Namzetên hevşaredariyê di bin berfê de derî bi derî geriyan û ji welatiyan piştgirî xwestin. Namzet, li her malê bi dilgermî hatin pêşwazîkirin.