Namzetên DEM Partiyê yên Hezoyê bi projeyên mezin tên

img

ÊLIH - Namzetên Hevşaredariyê yên Hezo yên DEM Partiyê diyar kirin ku ji bo jiholêrakirina texrîbata 10 salan a AKP'ê proje amade kirine û gotin ku ew ê navçeyê bi gel re bi rê ve bibin. 

 
Ji hilbijartinên xwecihîr e hefteyek ma. Partiyên siyasî jî tempoya xebatên xwe zêde kirin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku xebatên hilbijartinê li gund û kolanên Kurdistanê dimeşîne, îsal bi biryar e ku şaredariya navçeya Hezo ya Êlihê bi dest bixe. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê Hulya Oztekîn û Mehmet Raşît Haşimî dixwazin texrîbata ku AKP’ê li navçeyê kliriye ji holê rakin. 
 
 
Oztekîn û Haşimî behsa projeyên xwe yên ji bo navçeyê amade kirine kirn. 
 
Hevşaredaran diyar kirin ku ew ê bi gel re navçeyê bi rê ve bibin û piştî hilbijartinan wê her meh li taxên cuda bên gel hev û li daxwazên wan guhdarî bikin. Namzetên DEM Partiyê ku armanca wan di çarçoveya rexne û pêşniyazan de xizmetên şaredariyê bigihînin gel, her wiha armanc dikin ku navçeyê ji bo zarok, ciwan û jinan bikin bajarekî jiyanê. 
 
‘RÊ DERYAYA HERIYÊ NE'
 
Namzetê Hevşaredariyê yê Hezo yê DEM Partiyê Mehmet Raşît Haşimî bal kişand ku şaredariya navçeyê 10 sal in di destê AKP'ê de ye, lê xizmetê ji gel re nekiriye. Haşimî diyar kir ku şaredarî di nava deynan de ye û got ku di xebatên hilbijartinê de bi eleqeyeke zêde ya gel re rû bi rû mane. Haşimî anî ziman ku Hezo xwedî pêkhateyeke pirzimanî û çandî ye û got: “Bajarê ku 10 sal in ji aliyê partiyên pergalê ve tê birêvebirin,  pirsgirêkên gelê me çareser nekir. Em ji gelê xwe hêvîdar in, em ê van hêviyên xwe bêbersiv nehêlin. Em bi xwe û gelê xwe bawer in. Li navçeya me gelek cihên dîrokî hene. Di binesaziyê û avahîsaziyê de kêmasî hene. Rê bûne deryaya heriyê." 
 
Haşimî da zanîn ku ji bo gelê navçeyê gelek proje amade kirine û wiha got: “Dema em hatin hilbijartin ji bo ciwan û jinên me projeyên me hene. Ji bo hilberînê projeyên me hene. Hilberîna tûtinê ji salên 90'î ve tê kirin. Lê hilberîner nikarin heqê keda xwe bistînin. Em ê projeyên ku heqê vê kedê bide derxin holê." 
 
WÊ KELEHA HEZOYÊ RESTORE BIKIN
 
Namzeta hevşaredariyê Hulya Oztekînê diyar kir ku ji bo paradîgmaya azadiya jinê ya li şaredariyan pêk bê wê bixebitin. Oztekînê bi bîr xist ku dema li Hezoyê dikandar bûye di pêşhilbijartinan de wekî namzetê hevşaredariyê hatiye hilbijartin û got: “Gelek pirsgirêkên Hezoyê hene ku heta roja îro nehatine çareserkirin. Binesaziya wê hê jî kêm e. Hîn jî em di rêyên bi herş re derbas dibin. Û em ava biherî vedixwin. Em ê guh bidin gel û li gorî daxwazên wî tevbigerin. Em ê Kela Hezoyê restore bikin, ji bo turîzmê."
 
PROJEYÊN JI BO JINAN
 
Oztekînê anî ziman ku ew wekî jineke dikandar a navçeyê pirsgirêkên jinan ên li navçeyê têdigihêje û got ku projeyên wan hene ku dê jin xwe rijet hîs bikin û bi hêsanî tevlî nava jiyana kar bibin. Oztekînê destnîşan kir ku li navçeyê park û kreşên zarokan tune ne û got: “Ji bo qadên civakîbûnê em ê bixebitin. Em ê derfetên kar ji jinan re çêbikin. Em ê bazara ku xwarinên herêmî lê bên firotin ava bikin. Jin nan, gore, kinc hwd. çêdikin. Çima cihekî wan ku van tiştên xwe lê bifiroşin tune be. Parkek an du park hene, lê qada wan a hêşîn tune ye. Em ê vê jî çareser bikin. Em ê binesaziya heyî tamîr bikin, ji bo ciwanan maleke piştgiriya perwerdehiyê û ji bo zarokan jî kreşxaneyan vekin. Em ê navenda xwe ya hevgirtina jinan ji nû ve ava bikin."
 
Namzetên hevşaredariyê Oztekîn û Haşîmî bang li gelê navçeyê kirin û gotin: "Ji bo siberoja navçeyê dengê xwe bidin DEM Partiyê."