Ji bo qeydên hilbijêrên bitevger ma 3 roj: Dengek wê gelek tiştan biguhere

img

STENBOL - Ji Komîsyona Hilbijêrên Bitevger a DEM Partiyê Mehmet Saltogû da zanîn ku dê qeydên hilbijêrên bitevger di 27'ê adarê de bi dawî bibin û wiha got: “Divê em ji xwe ji nêrîna bi dengekî tiştek naguhere derkevin. Ew deng dê gelek tiştan biguherîne."

Ji hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê re çend roj mane. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Stenbolê ji bo hilbijêrên li bajarên xwe nikarin dengê xwe bikar bînin û biçin, Komîsyona Hilbijêrên Bitevger ava kir. DEM Partî armanc dike ku ji 3 herêman bi hezaran hilbijêran bişîne 110 navendan. Komîsyonê di hilbijartinên 14'ê gulana 2023’an de nêzî 60 hezar hilbijêr ji bo dengên xwe bi kar bînin şandin bajarê wan. Di vê hilbijartinê de jî di 29 adarê de bi 200 otobûsan dê ji bo hilbijêrên ji bajarên cihê dengê xwe bikar bînin bi dirûşma “DEM wê bê bi dengekî gelek hîleyan têk bibe!” bişînin bajarên wan.  
 
 
Ji Komîsyona Hilbijêrên Bitevger Mehmet Saltoglu da zanîn ku qeydên hilbijêrên bitevger wê heta 27’ê adarê berdewam bike û der barê xebatên hilbijêrên bitevger axivî. 
 
‘EM HEWL DIDIN NELIRÊTIYAN VALA DERXÎNIN' 
 
Saltoglu, bibîr xist ku îktîdar çend rojên ji hilbijartinê re man e re hilbijêr li bajarên Kurdistanê bicih kirine û ew jî hewl didin bi hilbijêrên bitevger vê polîtîkaya îktîdarê vala derxînin. Saltoglû, wiha domand: "Em hewl didin ku rayên dikevin sindoqan bi awayekî dirûst jê derkeve û tevahiya nelirêtiyan vala derxînin. Di hilbijartinên derbasbûyî de hinek navçe me dan xuyakirin û ji bo wan navçeyan kûrbûnek heye. Ji ber ku Stenbol dîaspora ye, hema bêje alîkariya tevahî komeleyên herêmî em werdigirin û bi wan re em van xebatan dimeşînin. Cardin qismek mezin kesên ji Kurdistanê tên vir li sektora înşaatê dixebitin. Rêxistina me xebatan di der barê van karkeran de bi alîkariya sendîqayan dimeşîne. Di heman demê de xebata me ji bo xwendekarên ku li vir dixwînin jî heye. Tevdîrên me li her 3’ê herêmên Stenbolê hene, navçe bi navçe em lê hûr dibin ku gelê kurd ji bo dengdayînê bişînin ser sindoqan.”   
 
‘EM XEBATÊN XWE BI AGAHDARKIRINA RE BISÎNOR NAHÊLIN'
 
Saltoglu, da zanîn ku bi avakirina komîsyonên li sê herêman hatine avakirin re li tevahiya navçeyan hilbijêrên bitevger tespît kirine û dest bi qeydkirina wan kirine. Saltoglû, rêbaza tespîtkirina hilbijêrên bitevger jî wiha vegot: "Di serî de em xebatên xwe bi agahiyan tenê ve bisînor nakin, em xwe digihînin wan, dikevin nava guftûgoyê û yeko yeko bi wan re hevdîtinan dikin. Ji navendê heta navçeyan bi rêxistinên me re pergala ku me daye avakirin, li ser vê pergalê têkiliyên me hene û dimeşe. Ne tenê li rojava, em xwe digihînin welat, bi wan re jî dikevinin nav heldanan û tev li vê xebata xwe dikin. Di heman demê de ji navenda me bi rêya karekodê dikare têkilî bê dayîn. Hilbijêr dema bi rêya karekodê bi me re têkeve têkiliyê,  rast e rast agahiyên wî kesî ji kîjan nevendê an navçeyê ye dihere wir û pergalê agahiyan bidest dixin. Bi vî awayî li gor agahiyên hilbijêr, navend an jî navçe bi rêya wan agahiyan pê re dikeve têkiliyê û tişta pêwîst çibe pêk tîne.”  
 
‘EM Ê DI 29’Ê ADARÊ BIŞÎNIN'
 
Saltoglu, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bi xebatên dimeşîn re armanc dikin hejmara berê ya 60 hezarî derbas bikin û wiha pê de çû: "Di hilbijartinên gulanê de bi kêmderfetiyên mezin û yên aborî re nêzîkî 60 hezar hilbijêrên bitevger me birin ser sindoqan. Niha jî bi armanca ji vê hejmarê wêdetir derbas bike em tevdigerin. Bi vê pêvajoya ku em ketine hinek zorî me kişand, lê niha pergala me hatiye rûniştandin û em ber bi kesên biçin jî zelal bû. Li gorî plansaziyê em ê hilbijêran di 29’ê adarê de birê bixin û di 3 nîsanê de jî vegerîn in, tevbigerin. Hemwelatiyên ku dixwazin bi derfetên xwe biçin hene, em bi wan re jî di nava dan û stendinê de ne, agahiyên wan digirin û di pergalê de qeyd dikin. Em him dişopînin û him jî pêdivî bi alîkariyekê hebe, dibin alîkar.”   
 
‘RAYEK DÊ GELEK TIŞTAN BIGUHERE’
 
Saltoglu, berî gotina xwe bi dawî bike bi bîr xist ku her dengek girîng e û wiha bang li hilbijêrên qeydên xwe çênekirine kir: "Meyla ‘hilbijêrên me’ ya ji rayekê tiştek dernakeve pir xurt dibe. Lê gerek em xwe ji vê nêrînê xelas bikin ji bo îktîdara AKP’ê ya ku li herêmê dimeşîne vala derxînin, tevbigerin. Rayek wê gelek tiştan biguherîne. Ji derveyî Kurdistanê dema ku em hilbijêrên bitevger dişînin,  ji bo bê fehmkirin, bi awayekî xurt em li hember mirovên hilbijêr ên ne ji herêmê ne rayê bikar tînin û di hilbijartinê de biserdikevin, pêşiyê bigirin û bibin bersiv. Ji ber vê em amade ne ji bo bibin alîkar. Miheqeq bila hilbijêr li cihê ku lê ye biçin serî li rêxistinên navçeyan bidin û dengê xwe ew ê li ku bikar bînin daxwaz bikin.”
 
MA / Îbrahîm Irmak