Hatîmogûllari li Cîhanbeyliyê ye: Em ê agirê Newrozê veguhêzin ser sindoqan

img
KONYA - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di mitînga hilbjartinê ya li navçeya Cîhanbeyliyê de axivî û got ku dê agirê Newrozê veguhêzin ser sindoqan. 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Konyayê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Cîhanbeyliyê mitînga hilbijartinê li dar xist. Mitîng, li Qada Pazaryerî ya Cîhanbeyliyê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê, namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin a Konyayê Gulbahar Gulmez û Bulent Kilinç, namzetên hevşaredariyê yên Cîhanbeyliyê Eylul Yaylaci û Hasan Ateş û rêxistinên Konya û navçeyên wê tev li bûn. Di mitîngê de gelek caran dirûşma “DEM dê were dewran dê biguhere” û “Jin, jiyan, azadî” hatin barzkirin. 
 
NAGIHAN AKARSEL HAT BIBÎRANÎN
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di mitîngê de axivî. Hatîmogûllari gel silav kir û edîtora Kovara Jineolojiyê û rojnameger Nagihan Akarsel a li Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê hatibû qetilkirin û Mûrat Bozlak bi bîr anî û got ku dê neyên jibîrkirin. Bi domdarî Hatîmogûllari ji girtiyên siyasî re silav şand. 
 
BAL KIŞAND SER JIYANA HEVPAR
 
 
Hatîmogûllari, bi domdarî anî ziman ku gelên kurd û tirk li Anatoliyaya Navîn jiyaneke hevpar ava kirine. Hatîmogûllari, got ku di 8’ê Adarê û Newrozê de bi milyonan kes daketine qadan û îradeya aştî û azadiyê raber kirine. Hatîmogûllari, diyar kir ku dê ruh û coşa Newroz û 8’ê Adarê veguhêzin ser sindoqan. 
 
‘EY AKP EM Ê LI SER SINDOQAN TÊK BIBIN’
 
Hatîmogûllari, diyar kir ku dê hemû kesên îradeya wan tune dihesibînin û qeyûman tayîn dikin, yên xelkê bêrê û bêav dihêlin di hilbijartinên 31’ê Adarê de li ser sindoqê têk bibin. Hatîmogûllari, gotina serokkomar a “AKP partiya kurdan e” bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Ev dereweke mezin e. AKP tenê partiya komeke biçûk a serî li ber wan ditewîne, ya sermayedar û kesên qaseyên şaredariyan dişêlînin e. AKP partiyeke wisa ye ku dijminê gel e. Yên ku di hilbijartinê de stranên kurdî vêdixin, di Roja Zimanê Dayikê de nehiştin li Meclisê kurdî were axaftin. Ey AKP bizane ku em ê li ser sindoqan te têk bibin.” 
 
Hatîmogûllari, anî ziman ku AKP di 22 salên îktîdarê xwe de xelk mehkûmî birçîtî û xizaniyê kirû niha jî hewl dide bi “derewên” promosyonan teqawidan bixapîne. Hatîmogûllari got ku dê karker, xizan û birçî AKP’ê di 31’ê Adarê de li ser sindoqê têk bibin. 
 
‘EM Ê BI WE RE ŞAREDARIYÊ BIRÊVE BIBIN’ 
 
Bi domdarî Hatîmogûllari diyar kir ku feraseta DEM Partiyê ya şaredarvaniyê demokratîk û gelparêz e û wiha pê de çû: “Dê deriyê şaredariyê tu caran li welatiyan neyê girtin. Dê civînên xwe yên meclisê bi we re li dar bixin. Dê xelkê Cîhanbeyliyê, yê Kuluyê şaredariyê birêve bibe. Hûn dê şaredariyê kontrol bikin û em ê bi hev re birêve bibin. Piştrast bin ku dê ji paqijiyê heta av, rê, payerê û binesaziyê, her tişt bi awayekî herî baş bên kirin. DEM Partî partiya jinan e. Me ji hevserokatî û nûnertiya wekhev tavîz neda û em ê nedin. Weke karê ewil em ê Serokatiya Daîreya Jinan ava bikin. Girêdayî wê jî dê gelek saziyan ava bikin. Dê di mijarên tenduristî, hiqûq û civakî de navên şêwrê bên avakirin. Dê ji bo jinan qadên îstîhdamê ava bikin.”
 
‘EM Ê XWEDÎ LI DENGÊN XWE DERKEVIN’
 
Hatîmogûllari, anî ziman ku AKP’ê polîtîkaya “hilbijêrên gerok” xistiye meriyetê û wiha derbirî: “Em jî ji bo veguhestina kesên li derveyî bajar dixebitin. Hûn jî li kesên derve bigerin û bikin ku serî li rêxistinên me bidin. Her wiha mijara parastina sindoqan heye. Wekî ku hûn jî dizanin îktîdarê bêyî diziyê nasekine. Em jî ji bo kêtik nekevin trafoyan û xwedîderketina li namzetên xwe divê xwedî li sindoqan derkevin. 
 
Çima divê em dengê xwe bidin DEM Partiyê? Weke Mewlana gotiye; ‘tu çi dibî bila bibî were.’ Em xwediyê vê ferasetê ne. Ji bo qebûlnekirina şer û hejariyê em ê dengê xwe bidin DEM Partiyê. Ji bo wekheviya jinan em ê dengê xwe bidin DEM Partiyê. Ji bo ciwanên hêviya xwe qut kirin dîsa bibin xwedî hêvî em ê dengê xwe bidin DEM Partiyê. Ji bo avakirina komareke demokratîk em ê dengê xwe bidin DEM Partiyê. Em ê ji bo mafên gelê kurd û gelên din em ê mohra xwe li dara DEM Partiyê bixin. 
 
EM Ê ÇAYA XWE YA BIDEM VEXWIN Û SERKEFTINA XWE PÎROZ BIKIN 
 
Gelo dê Cîhanbeylî xwedî li namzetên me Eylul Yaylaci û Hasan Ateşçî derkeve? Gelo dê xwedî li namzetên hevşaredariya Bajarê Mezin Gulbahar Gunduz û Bulent Kiliç derkeve? Em ê li Konyayê dîrokê binivîsin. Dê DEM were Konyayê dê dewran biguhere. Rêya me vekirî be.” 
 
Mitîng bi govend û dirûşman bi dawî bû.