Di nav hilbijêrên bitevger ên veguhestin Akdenîzê de sê “rojnamegerên bipere” derketin!

img
MÊRSÎN - Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê, diyar kir ku sê “rojnamegerên” ku di komîsyona çapemeniyê ya namzetê Şaredariya Akdenîzê yê AKP’yî Mustafa Gultak de cih digirin û bi pereyan nûçeya çêdikin, di nav hilbijêrên ku beriya hilbijartinê veguhestine navçeyê de ne.  
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mêrsînê, tespît kir ku di nava hilbijêrên ku berî hilbijartina 31’ê Adarê namzetê Şaredariya Akdenîzê yê AKP’yî Mustafa Gultak veguhestine de sê “rojnamegerên” bi pereyan nûçeyan çêdikin hene. Hevserokên Bajêr Bedriye Kûş û Reşat Aşan û parlamenter Alî Bozan tev li civîna çapemeniyê ya li avahiya DEM Partiyê hat li darxistin bûn.  
 
BOZAN: JI 26 MÎLYONAN ÇIQAS LI VAN ROJNAMEVANAN HATE XERCKIRIN?
 
Aşan ê di daxuyaniyê de ewilî axivî, diyar kir ku tîmên çapemeniyê yên bisponsor ên Gultak jî weke wî hilbijêrên “xeyalî” ne û wiha got: “3 rojnamegerên hilbijêr ên weke wî xeyalî ne şûna ku li şaredariyê rantê, talanê derxînin holê, pêşkêşiya zimanê cihekariyê dikin.” Parlamenterê bajêr Bozan jî diyar kir ku kesên weke Mehmet Selvî, Reşît Dogan û Yasemîn Tokçu dibên em rojnamevan in, berî hilbijarinê navnîşanên xwe anîne navçeya Akdenîzê. Bozan, destnîşan kir ku di Rapora Venêrînê ya Gerînendetiya Weşan û Çapemeniyê ya 2023’an de 26 milyon lîre hatiye xerckirin û wiha got: “Endamên meclisa şaredariyê di dema venêrînê de ji gerînendetiya eleqedar ewraq xwestiye. Lê bersiva bi hinceta kêmkariya xebatkaran dane nîşandan ku 26 milyon lîre ji xebatên çapemeniyê re hatiye xerc kirin û bi tu awayî ewraq neketine dest wan. Di heman rapora venêrînê de ji bo saetekê 540 hezar lîre dane TV’yeke neteweyî. Ji 26 milyon lîreyê ku heqê gelê Akdenîzê ye çi qas li van her 3 rojnamegeran hatine xerckirin? Ji ber ku em dizanin di 5 salan de li Şaredariya Akdenîzê çi kirin e. Îro dema ku nûçeyên bi sponsor amade dikin, em dizanin çavkaniya van nûçeyan kîjan e.”
 
BANG LI CEMIYETA ROJNAMEGERAN HATE KIRIN
 
Bozan, di heman demê de bang li Cemîyeta Rojnamegeran ya Mêrsînê kir û got: “Ev her 3 rojnamegerên ku di dema hilbijartina de bi awayekî ne li rê navnîşanên xwe guhertine endamên we ne, an na? Yek ji wan bi 19 kesan re, yê duduyan bi 30 kesan re di heman navnîşanê de tê xuyakirin û ji xwe re dibên 'em rojnamegerin', hûn ê dest bi lêpirsînê bikin an na? Weke DEM partiyê di sibeha 1’ê nîsanê de dema ku me Şaredariya Akdenîzê bi dest xist, karê me yê ewîl dê bibe ew ku ji 26 mîlyon lîreyî çiqas li van her 3 rojnamegerên ranxûrt hatiye dayîn, ji raya giştî re aşkere bikin. Em li vir vê sozê didin.”