DEM Partiyî bend û astengiyan nas nakin

img
AMED - Namzetên hevşaredariyan ên DEM Partiyê beriya hilbijartina 31'ê Adarê lez dan xebatên xwe. Namzetan barîkat û bendên ku polîs û hêzên çevîk ên ku li navçeya Rezan danîbûn derbas kirin û xwe gîhandin gel. 
 
Namzetên Hevşaredariyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), 6 roj beriya hilbijartinê lez dan xebatên xwe. Namzetên hevşaredaran ên bajar û navçeyan, kolan bi kolan û kuçe bi kuçe digerin û diyar dikin ku ew hatine xwe û bajarê xwe bi rêve bibin. 
 
AMED 
 
Li navçeya Rezan a Amedê xebatên hilbijartinê didomin. Namzetên hevşaredaran ên DEM Partiyê xwestin li navçeya Rezanê gel û esnafan ziyaret bikin. Namzetê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê DEM Partiyê Doğan Hatun û Hevserokê DBP'ê yê Amedê Mehmet Şirin Gurbuz û namzetên Hevşaredariya Navçeya Rezan Leyla Ayaz û Siraç Çelik tevî komek endam û rêveberên partiyê dema xwestin esnafan ziyaret bikin polîsan barîkat û bend danîn pêş wan û xwestin wan asteng bikin. Lê namzetan û partiyiyan bend û barîkatên polîsan derbas kirin û xwe gîhandin esnaf û gel. Girseya DEM Partiyê bertek nîşanî beng û barikatên polisan dan û dirûşmeya “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" barîkat derbas kirin. 
 
Partiyan piştî barîkat û bendên polîsan derbas kirin bi gel re hatin cem hev û serdanên esnafan berdewam kirin. Namzetan anîn ziman ku ew ê di 31'ê Adarê de qeyûman bişînin malên wan. 
 
ERDEXAN
 
Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de DEM Partiyê li li navçeya Mêrdînîk a Erdexanê mîtîng pêk anî. Hevberdevka Kongreya Gelan a Demokratîk (HDK) Esengul Demîr, Namzeta Hevşaredara Bajaroka Mêrdînîkê Serkan Yilmaz û Hevserokên Partiya Demê yên Erdexanê û gelek kes beşdarî mîtîngê bûn. Tevî hewaya sar girseyek mezin li qada mîtîngê kom bûn. Namzetê Hevşaredariya Mêrdînîkê Serkan Yilmaz, anî ziman ku îqtîdar 20 sal in vê navçeyê birêve dibe û heta niha tu xizmet nekiriye. Hevberdevka HDK'ê Esengul Demir, anî ziman ku êdî siyaseta AKP'ê têk çûye û divê her kes li dijî îktîdara AKP-MHP'ê xwe bi rêxistin bikin.Demir, da zanîn ku êdî ew dixwazin şaredariyan bi dest bixin û xizmeta gel bikin. 
 
Demir, anî ziman ku îktîdar xwe li ser şer bi rêve dibe û siyaseta şer dimeşîne û wiha got: "Siyaseta şer tu tiştî nade civakê û gel. Divê butçe ji bo şer neyê xerçkirin. Divê butçe ji bo aştî û xizmeta civakê bê xerçkirin. 
Gelê kurd di Newrozê de carek din nîşanî her kesî da ku ew tecrîdê qebûl nakin. 25 sal in li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan tecrîda giran heye.Êdî dem hatiye ku em vê tecrîdê bişkînin. Divê hûn bi kurdan re li hev bên û muzakereyan bikin." Mîtîng bi dirûşmeyan bi dawî bû. 
 
WAN 
 
Namzetan li navçeya Bêgirî ya Wanê jî bi gel re hatin cem hev. Namzetên Hevşaredarên Bajarên Mezin ên DEM Partiyê yên Wanê Neslihan Şedal û Hevserokên DEM Partiyê yên Wanê Veysi Dilekçi, Wekîlê DEM Partiyê Sinan Çiftyurek, Nûnerên TJA'yê û gelek kesên din tev li xebatan bûn. Heyet li navçeya Bêgirî bi girseyî hat pêşwazîkirin. Heyet bi konvoyek mezin li navçeyê tûr avêt û gel silav kirin. Piştî konvoyê namzet û gel hatin cem hev û govend gerandin. Piştre ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Di pêşwazîkirinê de gel bê navber dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. 
 
Namzetên Hevşaredariyê yên Bêgirî Hediye Sayiner û Bariş Yilmaz, gel silav kirin û projeyên xwe parve kirin. Gel bi dirûşmeya “Bêgirî bi we serbilind in" berz kirin. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysi Dilekçi, bal kişand ser çalakiya gireva birçîbûnê ya girtîgehan ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dane destpêkirin û wiha got: “Gelê kurd dixwaze tecrîda li ser rêberê wan bi dawî bibe. dixwazin pirsgirêka kurd çareser bibe û dixwazin birêz Ocalan azad bibe." 
 
Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a DEM Partiyê ya Wanê Neslihan Şedal jî anî ziman ku 31'ê Adarê roja hesabpîrsînê ye û ew ê wê rojê qeyûman bişînin malên wan.
Hevdîtinên gel bi coşek mezin û govendê bi dawî bû.