Dîlovasi eleqeyeke mezin nîşanî namzetên DEM Partiyê da

img
KOCAELÎ - DEM Partî bi tevlîbûna Namzeta Hevşaredariya ÎBB’ê Meral Daniş Beştaşê li Dîlovasiyê serdana esnafan kir. Welatî eleqeyeke mezin nîşanî navmzetên heveşaredariyê Dîlovasiyê yên DEM Partiyê Mustafa Avci û Şevîn Coşkunê dan. 
 
Namzetên hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Dîlovasiyê Mustafa Avci û Şevîn Coşkun û namzeta hevşaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) Meral Daniş Beştaş îro serdana esnafên Qada Dîlovasiyê kirin. Namzetên rastî eleqeya mezin a gel hatine, pirsgirêkên esnafan guhdar kirin. Namzetên piştre çareseriyên xwe yên ji bo pirsgirêkan amade kirine vegotin û ji bo hilbijartinên nêz dibin, piştgiriya gel xwestin. 
 
Welatiyên eleqeyeke mezin nîşanî namzetan dane, gelek caran bi hev re wêne kişandin.