Zana: Me li ber xwe da em gihiştin bimilyonan, ev coş desthilatê ditirsîne

img
RIHA - Leyla Zana ya li Pirsûsê tev li hevdîtina bi gel re bû, îşaret kir ku bi coşeke mezin û têkoşînê re mezin dibin û wiha got: “Me li ber xwe da û em gihiştin bi milyonan. Ev coş hemû desthilatan ditirsîne.” Zanayê 33 rêwiyên xeyalan bi bîr anî. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya xebatên 31’ê Adarê de li Rihayê xebatên xwe didomîne. Xebatên ku siyasetmedara kurd Leyla Zana jî beşdar bû, li navçeya Pirsûs a Rihayê berdewam kir. Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Rihayê Sîbel Sûtpak, Parlamentera berê ya HDP'ê Çaglar Demîrel û Ayşe Surucu, endamên Meclîsa DEM Partiyê Cemîle Turhallî Balsak û Sevda Çelîk Ozbîngol, namzeda hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Rihayê ya DEM Partiyê Gulşen Ozer, Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aişeoglû, namzetên hevşaredariyê yên Pirsûsê Ayten Kaya û Mûslûm Baran û gelek kes tev li hevdîtina bi gel re bûn.
 
Zana û şandeya pê re ku li Taxa Alîgor a Pirsûsê bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin, pişt re bi konvoyekê derbasî ber buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê ya Pirsûsê bûn. Girseya ku li kuçe, tax û kolanên ku konvoy lê derbas dibû ji aliyê welatiyan ve bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin, ji aliyê esnaf, zarok û jinan ve bi nîşaneyên serkeftinê û dirûşman hat pêşwazîkirin.
 
‘LEYLA TU BI XÊR HATÎ WELATÊ ROJÊ’ 
 
Bi sedan kes tevli hevdîtina bi gel re ya li ber buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê ku li Pirsûsê pêk hat bûn. Di hevdîtinê de pankarta “Hûn nikarin bi mîlyonan kesan têxin nava çar dîwaran” û pankartên "Rêhevala Vedat Aydin û Orhan Dogan, bi xêr hatî", "Em nabêjin tu dîsa hatî em dibêjin tu li ku mayî" û "Leyla tu bi xêr hatî welatê rojê” hatin hilgirtin. Girseyê gelek caran bê navber dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bîjî berxwedana zindanan" berz kir.
 
 
‘EM Ê HESABA KOMKUJIYA PIRSÛSÊ BIPIRSIN’ 
 
Di di hevdîtin gel a ku bi silavkirina namzetên Hevşaredarên Pirsûsê dest pê kir de Leyla Zana axivî û got: “Me bi coşeke mezin komek ava kir. Em komek in. Pirsûs em destpêkê 6 kes bûn. Em komek piçûk bûn. Me li ber xwe da û em gihiştin bi milyonan. Ev coş hemû desthilatan ditirsîne. Wek hûn jî dizanin li çepê me Rojava heye. Em jî Newroza wan pîroz bikin. Rojava, ev coş coşa huner û têkoşîna we ye. Kobanê ne tenê bajarekî kurdan e. Bajarê bi rûmet ê mirovahiya cîhanê ye. Kobanê bi berxwedana xwe rûmeta cîhanê rizgar kir. Li gel hemû hovîtî û êrîşan Kobanê bi berxwedaneke xurt ji cîhanê re got, 'Bi vî rengî rûmeta mirovahiyê tê parastin' Silav ji Kobanê re. 33 xwişk û birayên me yên ji Tirkiyeyê xwestin pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibin. Ma ji vê mirovtir çi heye? Bi ruhê xwişk û biratiyê hatin vir. Li vê xakê jiyana xwe ji dest dan. Ez her yek ji wan bi rêzdarî silav dikim. Bîranîna xwişk û birayên me yên sosyalîst wê di têkoşîna me de bijî.  Ez bang li hemû xwişk û birayên xwe yên sosyalîst dikim, sosyalîzma reel rêbaza herî baş a desthilatê ye. Heta ku ev komkujî neyê ronîkirin hikûmeta AKP’ê di bin gumanan de ye. Em ê hesaba vê bipirsin.”
 
Zanayê, destnîşan kir ku ev ax wek baxçeyekî kulîlkan e û wiha berdewam kir: “Ew xak e ku her ziman û her ol dikare lê xwedî derkeve. Ez ji vir jî dixwazim qala doza Kobanê bikim. Bi dehan kes ji ber parastina Kobanê di girtîgehê de ne. Divê em wan biparêzin.”
 
‘XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKEVIN’ 
 
Zanayê Emîne Şenyaşar jî bi bîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez ê Emîne Şenyaşarê qet ji bîr bikim gelo? Sê zarokên wê hatin qetilkirin û hêj jî dibêje 'edalet'. Ev dayik bi salan e bi tena serê xwe li cihên ku dibêjin ‘Qesra Edaletê’ lê di eslê xwe de qesrên zilmê ne, nobed girt. Dayika min a hêja ya ku li pey edaletê ye, we ev çalakî da destpêkirin, lê em ê vê têkoşînê li her qadê bidomînin. Tenê daxwaza we edalet bû. Ev kes tenê edaletê dixwazin. Em dixwazin bi hemû gelan re jiyanek wekhev bijîn. Ji ber vê yekê, vîna xwe biparêzin. Bi riya sêyemîn li vîna xwe xwedî derkevin.”
 
33 CIWANÊN HATIN QETILKIRIN BI BÎR ANÎN
 
Piştî axaftinê Zana û girseya gel pê re çûn Navenda Çandê ya Amara ya ku Komkujiya Pirsûsê lê pêk hat ku niha ji aliyê qeyûm ve wekî Navenda Ciwanan a Pirsûsê tê bikaranîn. Girseyê 33 ciwanên hatin qetilkirin li cihê ku lê hatibûn qetilkirin bi bîr anîn. Zana di bîranînê de jî axivî û got: “Hevalên hêja, birayên ciwan, hûn enternasyonalîstên rast in. We li cem gelê kurd ê bindest cih girt û ji zarokên wan re pêlîstok anîn. Zarokên wan ên dilsoz tu carî we ji bîr nakin. Di nav ronahiyê de bimînin.”