Li Qamûşan û Pazarcixê meyla gel li ser DEM Partiyê ye

img
QERS - Li navçeyên Qamûşan û Pazarcixê yên Qersê meyla gel zêdetir li ser DEM Partiyê. 
 
Ji bo hilbijartinê demekî kin ma û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî lez da xebatên xwe yên bajar û navçeyan. Yek ji bajarên ku encamên hilbijartina wê tê mereqkirin jî Qers e. Hem li navendê hem jî li navçeyên wê Qamîşan, Dîgor û Bazarcixê namzetên DEM Partiyê ji serkeftinê bibawer in. 
 
Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Qamûşanê û Serap Çelîk û Huseyîn Alkan bi şev û roj dixebitin û dibêjin ew dixwazin bi ser kevin. 
 
DÊ WEKHEVIYA JINAN PÊK BÎNIN
 
Namzet Serap Çelîk di sala 1995’an de ji dayik bûye û li Zanîngeha Marmarayê Beşa Hiqûqê xwendiye. Û ev du sal in li navçeyê parêzertiyê dike. Çelîk, anî ziman ku armanca wê ya herî girîng ew e ku li navçeyê jinan jî tev li jiyana civakî bike. Çelîk, wiha got: “Li vir tişta herî girîng a ku em li vir bikin ew e ku wekheviya jinan pêk bînin. Ji bo jinan projeyên me yên girîng hene. Weke mînak, wesayîtên gundan di saetên dereng ên şevê de vedigerin û jin ji neçarî heta derengiya şevê li navçeyê dimînin. Qadekî ku jin di vê demê de lê bêhn vedin û pêdiviyên xwe pêşwazî bikin tune ye. Em ê navendekî wiha vekin. Jin karên xwe li malê dikin lê cihekî lê bifiroşin tune ye. Van berhemên xwe bi erzanî difiroşin. Ji bo pêşîlêgirtina vê em ê cihê bazarê vekin. Dê ji bo zarokan kreşan vekin. Di qada sewalkariyê de jî herî zêde jin kedê didin. Lê tişta dixwazin nikarin bi dest bixin. Lewma em ê ji bo jinan kooperatîfan vekin. Her wiha dê li taxan meclisên jinan ava bikin, bi wan re bicivin û pirsgirêkên wan çareser bikin. Binesaziya navçeyê tune ye û rê xerab in. Em ê van pirsgirêkan jî çareser bikin.” 
 
NIFÛSA ROJ BI ROJ KÊM DIBE
 
Namzet Huseyîn Altun jî da zanîn ku pirsgirêkên mezin ên navçeyê hene. Altun, diyar kir ku di nava salan de nifûsa navçeyê ji 35-40 hezaran daketiye 12 hezaran û wiha domand: “Heke wiha bidome dê di nava 5 salan de dakeve 5 hezaran. Navberekê li vir febrîqeya solan hebû û 700 malbatan pê debara xwe dikir. Lê niha hilberîn tune ye. Li vir ne navendekî zîraetê ne jî pîşesaziyê heye. Tenê ji bo alîgirên îktîdarê nêzî 50 hotêlên navenda kaşûnê hene. Lê çi feydeyê van turîstan ji bo Qamûşanê nîne. Ji ber ku ji balafirgehê bi servîsan tên û bi servîsan diçin. Ji bo turîstan çi qadên civakî nînin. Divê şaredarî van tiştan bike lê heta niha nehatiye kirin.”
 
‘DIVÊ JI EWIL ZÎHNIYET BIGUHERE’
 
Altun, diyar kir ku ev zêdetirî meheke li qadan e û wiha pê de çû: “Namzetên partiyên din xwedî tu projeyan nînin. Daxwazeke wan a wisa jî tune ye. Siyaseteke demokratîk, gelparêz û hilberîner ji bo Qamûşanê dê girîng be. Ji ewil divê li vir zîhniyet biguhere û em jî ji bo vê têdikoşin. Li vir qirkirina daristanan heye. Li vir ji her deverê av diavêje lê ava vexwarinê nîne. Rê pir xerab in. Di qadên perwerde, tenduristî û çandê de jî pirsgirêk hene. Neguhêzbarên şaredariyê hatine firotin û nayê zanîn bi vê çi hatiye kirin. Lê em ê tevî gel tevbigerin. Ji bo vê jî em ê li gel komîsyonên taxan, meclisên taxan û konseya bajar biryaran bigirin û bixin meriyetê. Em ê pergala talan û derewê hilweşînin. Bila gel were û bi xwe şaredariyê birêve bibe. Bi rastî jî bila ew bi xwe koma ku dê navçeyê 5 salan birêve bibe hilbijêre.” 
 
PAZARCIX
 
Yek ji kelehên DEM Partiyê jî navçeya Pazarcixê ye. Namzetên hevşaredariyê yên navçeyê Ayten Yardimciel û Husnu Anci gotin ku ji bo serkeftinê têdikoşin. 
 
DÊ JI BO JINAN ÇI BIKIN?
 
Yardimciel, anî ziman ku dê li navçeyê qadên ku jin xwe baştir bînin ziman ava bikin û wiha got: “Di vê çarçoveyê de em ê navenda çandê, şano, park û hwd. ava bikin. Dê qadên ku jin derkevin qadên civakî û lê bêhn vedin ava bikin. Li şaredariyê yekîneyeke ku jin derdê xwe lê vebêjin tune ye lewma nikarin bibêjin. Ji bo vê jî em ê yekîneya jinan aba bikin. Her wiha ji bo keda jinan bêhtir were dîtin em ê meclisên jinan û kooperatîfan ava bikin. Dê ji bo jinan cihên dirûnê vekin Ji bo ziman jî dê projeyên me yên girîng hebin. Dê qadên ku jin berhemên xwe lê bifiroşin ava bikin û jin bi xwe dê biryarên xwe bidin.” 
 
‘ŞAREDARÎ PÊŞKEŞÎ XIZMÊN XWE KIRIN’
 
Anci jî daxuyand ku tevahiya xebatên li bajarokê bi saya partiya wan hatine kirin û wiha axivî: “Di serdema şaredarên me de gelek pirsgirêk hatn çareserkirin. Xelkê dît bê ka feraseta şaredarvaniya gel çawa ye û ji xizmetê memnûn bû. Lê di 10 salên şaredariya AKP’ê û qeyûm de tu xizmet nehatine kirin. Tekane tişta kirin ew e ku şaredarî pêşkeşî xizm û alîgirên xwe kirine. Dema xelk dixwaze pirsgirêkên xwe vebêje jî mutaxatan nabîne. Bi serdema me re ev zext û zilm dê bi dawî bibe. Sewalkarî çavkaniya sereke ya debara xelkê me ye. Sewalkar nikarin heqê keda xwe wergirin. Ticarên ji derve tên berhemên wan erzan dikirin. Ji bo pêşîlêgirtina vê em ê kooperatîfan ava bikin. Her wiha dê keda wan bêhtir berbiçav bikin, piştigiriyê bidin wan, ji bo êm, ka û ceh jî dê bibin alîkar. Em ê bi gel re bixebitin, şaredariyê bi dest bixin û qeyûm bişînin. Dê AKP’ê veguherînin partiya tabelayê, tabelaya wan deynin ser pişta wan û bişînin. Em ê şaredariyê bi gelê re xwe birêve bibin.” 
 
MA / Mehmet Guleş