Ji namzetên hevşaredariyê banga ‘xwedîderketina li sindoqan’

img
WAN - Namzetên hevşaredariyê yên Bêgirî û Miksê yên DEM Partiyê li dijî polîtîkayên qeyûm banga “xwedîderketina li sindoqan” li hilbijêran kirin. 
 
Ji hilbijartinên herêmî re 4 roj man û namzetên hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) xebatên xwe lezandin. Bêgirî û Miks ên Wanê jî ji wan cihan in ku xebat lê hatine lezandin. 
 
BÊGIRÎ
 
Di hilbijartina beriya niha de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Bêgiriyê ji sedî 42.26’ê dengan stend û şaredarî bi dest xist lê belê cara duyem qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Tê payîn ku 20 hezar û 742 hilbijêr di vê hilbijartinê de biçin ser sindoqan. Namzetên hevşaredariyê yên Bêgiriyê yên Dem Partiyê Hediye Sayiner û Bariş Yilmaz ku li navçeyê li her deriyê malekê xistine, anîn ziman ku ew ê di vê hilbijartinê de bi ferqeke mezin ser bikevin.  
 
‘ŞAREDARÎ PÊŞKEŞÎ ALÎGIRAN KIRIN’
 
Namzet Hediye Sayiner diyar kir ku wan di xebatên hilbijartinê de pirsgirêkên mezin ên navçeyê dîtine û wiha axivî: “Navçeya me Bêgirî bi salan e ji hêla feraseta talanê ve tê birêvebirin. Heya niha tu xizmeta gel nekirine. Riyên navçeyê di nava heriyê de ne, ava vexwarinê nîn e. Bi tayînkirina qeyûm re derfetên şaredariyê pêşkeşî alîgirên xwe kirin. Çiqas alîgir hebin tev di şaredariyê de ne, lê belê gelê me di nav xizaniyê de ye. Heya niha bi hezaran welatiyên me koçî metropolan kirin. Armanca qeyûman ew e ku gel xizan bihêlin û neçarî koçberiyê bikin." 
 
‘EM Ê BIKIN ŞAREDARIYA GEL'
 
Sayiner, qala projeyên xwe yên ji bo navçeyê kir û wiha got: “Em ê bi feraseta şaredarvaniya şefaf bi gelê xwe re bixebitin. Em ê di serî de pirsgirêka gel a rê û avê çareser bikin. Piştre em ê ji bo jinan li tax û gundan atolyeyên pîşeyî û hunerî ava bikin. Ji bo çandinî û sewalkariyê jî xebatên me dê çêbin. Em dixwazin Bêgiriyê bi gelê xwe re nû bikin. Bila gelê me ji me bawer be û bi me re bimeşe. Em ê bi hev re bi ser kevin.”
 
‘EM Ê DEMILDEST DEST BI KAR BIKIN’
 
Namzet Bariş Yilmaz jî destnîşan kir ku qeyûman li navçeyê texrîbatên mezin kirine û ev tişt anî ziman: "Heya niha tu xizmet nehatine kirin, gel xizan hat hiştin. Me projeyên xwe bi gelê xwe re parve kirin. Em ê piştgiriyê bidin sewalkariyê, bi taybetî jî jinan îstîhdam bikin, dê atoleyeyên xalîçeyan û hunerên destan ava bikin. Bi taybetî jî em ê febrîqeyeke ku herî kêm 500 kes karibin tê de bixebitin ava bikin û dê pêşî li koçberiyê bigirin. Em ê ji hêla aborî ve navçeya xwe dewlemend û xweşiktir bikin. Em ê hemû projeyên xwe yek bi yek pêk bînin.” 
 
Yilmaz, da zanîn ku ew ê bi gel re navçeyê birêve bibin û wiha pê de çû: “Bila tu gumanên gelê me çênebin. Em ji bo navçeya xwe bigihînin ciheke baştir tên. Ji gelê me ricaya me ew e ku bila dest bidin me û em vê feraseteta qirêj bişînin cihê ku jê hatiye.” 
 
MIKS
 
Partiyên ku DEM Partiyê berdewamiya wê kevneşopiyê ye, tenê di hilbijartinên 2014’an de Şaredariya Miksê bi dest xistine. DEM Partî bi namzetên xwe yên hevşaredariyê Nebahat Benek û Ayvaz Hazir li navçeyê xebatên xwe bênavber didomîne. Namzetên Hevşaredariyê zêdetirî 40 roj in hema bêje li navçeyê mal bi mal digerin û piştgiriya gel dixwazin.
 
'RIYÊN NAVÇEYÊ BI MEHAN E GIRTÎ NE'
 
Namzeta hevşaredariyê Nebahat Benek diyar kir ku bi salan e AKP navçeyê birêve dibe û tu xizmeta gel nekiriye. Benek, der barê pirsgirêkên gel de ev tişt got: “Mînak bi mehan e riya Wan û Miksê girtî ye. Welatî bi mehan e nikarin biçin navenda bajar. Dema nexweşek çêdibe derfet nîn e, ambulans nayê. Riyên navçeyê xerabe ne û nayên bikaranîn. Pergaleke ku ava vexwarinê û ya kanalîzasyonê bi hev re diherike heye. Mirov neçarî vexwarina ava qirêjî dibin. Miks ji rantê re vekirine. AKP’iyan derfetên şaredariyê pêşkeşî alîgirên xwe kirin. Divê dîroka çandî û dewlemendiyên Miksê di rewşeke baştir de bin. Em ji bo neçariya gel dawî bikin, ji dil û can dixebitin.”  
 
‘EM JI BO BIDAWÎKIRINA EZYETÊ TÊN’ 
 
Bi domdarî Benek qala projeyên xwe kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em ji bo pirsgirêkên gel ên bi salan e tên jiyîn dawî bikin tên. Em ê Miksê bigihînin cihê ku heq dike. Em ê di serî de pirsgirêkên sereke yên weke av, kanalîzasyon û rêyan çareser bikin. Ji bo sewalkarî û çandiniyê çi hewce be em ê bikin û ji gelê xwe re bibin alîkar.  Ji gelê me re çi lazimî hebin em ê temîn bikin. Lewma divê gelê me îradeya xwe pir zelalî nîşan bide."
 
‘JI GEL RE TIŞTEK NEHATIYE KIRIN’
 
Namzetê hevşaredariyê Ayvaz Hazir jî bilêv kir ku pirsgirêkên Miksê bi salan e nehatine çareserkirin û wiha axivî: “Bi mehan e riya Wan û Miksê girtî ye. AKP’ê li navçeyê tenê ezyet da kişandin. Ezyetên ewqas salan têr nekir ser re jî radibin jî ji gel deng dixwazin. Ji ber we em dixwazin gelê me dawî li vê pergalê bîne.”
 
‘DÊ NAVÇE BÊ CIHÊ KU HEQ DIKE’
 
Hazir, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew ê ji pirsgirêkên gel re bibin çareserî û wiha derbirî: “Me di pêvajoya xebatên hilbijartinê de der barê hemû pirsgirêkan de nîşeyên xwe girtin û me ji bo pirsgirêkan jî ji gel re çareseriyên xwe vegotin. Dema ku em hatin ser peywirê, em ê demildest pirsgirêkên sereke çareser bikin. Em ê riya Wan û Miksê çar demsal û 365 rojan vekirî bihêlin. Dê xebatên me yên turîzmê yên li gorî havîn û zivistanê hebin. Herwiha ji bo ku gelê me koçber nebe, projeya me ya vekirina febrîqeya tekstîlê heye. Tenê bila gelê me ji me bawer be û bi me re bimeşe.”
 
Namzetan banga xwedîderketina li sindoqan û dengdayînê li gel kirin.