Li Şirnexê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût dest pê dike

  • ciwan
  • 09:05 2 Tîrmeh 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût a 3'yan a Meclîsa Ciwanan a HDP'ê dê di 16'ê Tîrmehê de bi beşdarbûna gelek tîman dest pê bike. 
 
Serlêdanên ji bo Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût a 3'yan a Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê dest pê kirin. Serlêdan dê heya 5'ê Tîrmehê bidomin. Îsal tê payin ku 100 tîm tev li tûrnûvayê bibin. Tûrnûva dê di 16'ê Tîrmehê de dest pê bike. 
 
‘DESTHILATDAR HILBERÎNERÊ POLÎTÎKAYÊN QIRÊJ E'
 
Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Şirnexê Delîl Urek destnîşan kir ku desthilata AKP-MHP'ê bi salan e li hemberî ciwanan polîtîkayên taybet xistine dewrê û hewl dide ciwanine yekrengî biafirîne. Urek, bilêv kir ku desthilat dixwaze ciwanan veguherîne nifşeke ku nafikire û dûrî civakê û got: "Ciwanên ku divê di warê zanist, ked û azadiyê de pêşeroja xwe ava bikin, îro ro ber bi neçariyê ve tên hêlkirin. Gelek ciwanên ku zanîngehan kuta dikin betal dimînin. Desthilata heyî ji dêvla ku pêşî li ber vê bigire, bi polîtîkayên xwe yên qirêj dibe afirîner û parastvanê vê yekê." 
 
Urek, destnîşan kir ku ew Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li dijî hemû pêgirtiyan û dejenerebûnê têdikoşin û wiha berdewam kir: "Em serî li ber tu çewisandinan natewînin. Îsal jî em ê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût a 3'yan bi coş û kelecaneke mezin di 16'ê Tîrmehê de bidin destpêkirin. Em tûrnûvaya xwe ji bo bîranîna Kemal Kûrkûtê di Newroza Amedê de hat qetilkirin çêdikin. Armanca me, em û pêşengên civakê ciwan li hev kom bibin û di vê tûrnûvayê de ji fûtbolê wêdetir hêz a yekîtiya ciwanan û hêza wan a ji bo guherandin û veguherandina civakê nîşan bidin." 
 
Urek, destnîşan kir ku bi taybetî li hemberî ciwanên herêmê polîtîkayeke pir cuda tê pêkanîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li herêma me bi taybetî ji bo ciwan bibin pêgirtiyê pergalê xebatine taybet tên kirin. Hemû derfetên ciwanan ên xwederbirînê tên desteserkirin. Ji bo wan tu qadeke çalakiyên civakî nahêlin. Di esasê xwe de şaredariyên bajaran ji bo ciwanan qadên çalakiyan peyda dikin, lê li bajarên me ji dema ku qeyûm tayinî şaredariyan hatine kirin qadên bi vî rengî tune ne. Me jî tevî Şaredariya Silopiyayê tûrnûvayek da destpêkirin ji bo ciwanan." 
 
Urek, bibîr xist ku bi sedan ciwan tev li tûrnûvayên wan ê berê bûne û got, di her lîstikê de bi hezaran welatî van ciwanan temaşe dikirin. Urek, diyar kir ku bi hezaran mirov li nêvengeke ji sixêfên zayendparêz û tahdeyê xalî û got, bi vê hem bal kişandine ser girîngiya sporê hem jî yekîtiyeke civakî pêk anîne. Urek bilêv kir ku li bendêne  ku tûrnûvaya îsal qelebalixtir be û her kesî bi dirûşmeya "Nebe pêgirtiyê tiryak, fuhûş û bişavtinê, azad be" vexwand tûrnûvayê.