Li dijî şerê taybet li qadan e: Jiyaneke azad a ku em bi dest bixin heye

  • ciwan
  • 09:36 29 Tebax 2023
  • |
img

MÊRSÎN - Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk li Mêrsînê li dijî tecrîd, fihûş, bikaranîna tiryakê û çekdarîbûna şexsî li qadan e. Ciwanan got ku jiyaneke azad a ku ew bi dest bixin heye û banga mezinkirina têkoşînê li hemû ciwanan kirin. 

Kampanyaya “Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet” a Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê daye destpêkirin didome. Meclisa Ciwanan di çarçoveya kampanyayê de bang li hemû ciwanan dikikn ku tev li têkoşîna li dijî tecrîd, fihûş, tiryak û çekdarîbûna şexsî bibin. Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk ên li dijî polîtîkayên şerê taybet li taxên Mêrsînê yên piraniya şêniyên wan kurd in li qada ne, têkildarî kampanyayê axivîn.  
 
'DIXWAZIN CIWANÊN NAFIKIRIN BIGEHÎNIN’
 
Endama Meclisa Ciwanan  Partiya Çepên Kesk a Fatmagul Demîr got ku malbatên di salên 90’î de gundên wan hatine şewitandin û berê xwe dayîn Mêrsînê di hedefa dewletê de ne û ev tişt anî ziman: “Di salên dawî de li bajar tiryak, fihûş û çekdarîbûna şexsî zêde bûye. Dewlet bi taybet jî li taxên kurd lê dijîn çavên xwe li tiryak, fihûş û çekdarîbûna şexsî digire. Dewlet hewl dide ciwanên ku xwe nas nakin, ji çanda xwe dûr û li gorî polîtîkayên şerê taybet tevdigere bigehîne. Çalakvanên li mafê xwe digerin tên binçavkirin û girtin. Lê heman tiştî li dijî tiryakfiroşan nakin. Dixwazin ciwanên ku nafikirin bigehînin.” 
 
'JINÊN KURD DIKIN HEDEF’
 
Demîr, bi lêv kir ku polîtîkayên şerê taybet bi taybet jî li dijî jinên ciwan tên meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Polîtîkayên li ser jinê tên meşandin ne tenê li ser jinan lê bandorê li tevahiya civakê û nirxên çandî dike. Bi taybet jî hewl didin li Kurdistanê feraseteke xelet a azadiyê di nava jinan de belav bikin. Bi vê yekê re jinan ji eslê xwe dûr dixin. Piştre jî jinan li ser bedena wan têxin û neçarî fihûşê dikin. Bi taybet jî vê polîtîkayê li ser jinên ciwan dimeşînin. Em niha li taxên welatparêz xebatên xwe didomînin. Banga me ya ji bo ciwanan ev e; di bingeha polîtîkayên şerê taybet ên li dijî me de tecrîda girankirî ya li ser birêz Abdullah Ocalan heye. Weke ciwanên kurd em ê li dijî van polîtîkayên qirêjî û tecrîda li Îmraliyê li her deverê têkoşîna xwe mezintir bikin. Em bang li hevalên xwe yên ciwan dikin; wer in em bibin yek. Tiştekî em winda bikin tune ye lê jiyaneke azad a ku em qezenc bikin heye.” 
 
BANGA BIRÊXISTINKIRINÊ 
 
Ji endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Mazlum Kaya jî têkildarî naveroka kampanyayê agahî dan û wiha got: “Armanca kampanyayê ew e ku ji polîtîkayên şerê taybet ên li Tirkiye û Kurdistanê tên meşandin re bibêjin bes e. Di çarçoveya kampanyayê de em ê li taxên kurdan ên li Mêrsînê bi ciwanan re bên ba hev û têkildarî şerê taybet geşt, çalakî û atolyeyan li dar bixin. Em hewl didin ciwanên bi bandora şerê taybet tev li karê fihûş û tiryakê bûne bigirin nav xwe. Ji ber ku tiryak û hwd. li Mêrsînê tundî zêde bûye. Dixwazin ciwanan neçarî vê jiyanê bikin û berê wan bidin hev. Pergal bi derxistina aloziyê hewl dide ciwanan ji partiyê dûr bixe. Ji ber ku her tim ji ciwanên polîtîk ditirsin. Ji ber vê yekê em ê li taxên welatparêzan li dijî tiryakê nobetê bigirin. Banga me ji bo hemû ciwanan ew e ku xwe li meclisên ciwanan birêxistin bikin, li dora kampanyayê bicivin û têkoşînê mezin bikin. 
 
Tecrîda girankirî ya li ser birêz Abdullah Ocalan parçeyeke şerê taybet e. Ji tiştên ku dê Ocalan bi gel re parve bike ditirsin lewma hewl didin wî ji gelê kurd qut bikin. Ji ber vê yekê jî tecrîdê giran dikin. Em jî dê di çarçoveya kampanyayê de ji bo têkbirina vê tecrîda girankirî tişta ji destê me tê bikin.”