Ji ciwanan tûrnûvaya fûtbolê: Roja dawî 3'yê Îlonê ye

  • ciwan
  • 09:04 31 Tebax 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Silopiyayê, dê di çarçoveya kampanyaya li dijî polîtîkayên şerê taybet tûrnûvaya fûtbolê li dar bixe. Roja dawî ya serlêdanan 3'yê Îlonê ye. 
 
Kampanyaya li dijî polîtîkayên şerê taybet a Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk bi çalakiyên cur bi cur didomin. Dê di çaçroveya kampanyayê de ku bi dirûşmeya “Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet" hatiye destpêkirin, dê li navçeya Silopiya ya Şirnexê tûrnûvaya fûtbolê bê lidarxistin. Serlêdanên tûrnûvayê ku dê bi pêşengiya Şaredariya Silopiyayê bê lidarxistin, di 29'ê Tebaxê de dest pê kirin û dê di 3'yê Îlonê de bi dawî bibin. 
 
Tûrnûva dê di 5'ê Îlonê de dest pê bike. Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Silopiyayê Sedat Soysal ji bo beşdariya li tûrnûvayê bang kir. 
 
QEYD DEST PÊ KIRINE
 
Soysal diyar kir ku tûrnûvaya fûtbolê bi taybetî li dijî polîtîkayên şerê taybet ê desthilata heyî li dar dixin û got: "Bi taybetî li Kurdistanê her diçe bi destê dewletê pêgirtîbûna tiryakê û îstismarkirin zêde dibe. Desthilat dixwaze bi van polîtîkayên şerê taybet ciwanan bê siberoj bihêle." 
 
Soysal ji bo beşdariya li tûrnûvayê bang kir û wiha domand: "Ji bo beşdarî ji ya par zêdetir bibe em dixwazin ji 7 saliyan heta heftê saliyan her kes tevlî bibe. Dê qeydên me di navbera 29'ê Tebaxê û 3'yê Îlonê de bên çêkirin. Tûrnûva dê di 5'ê Îlonê de dest pê bike. Ev tûrnûva dê di heman demê de bibe destpêka pêngaveke nû jî. Lewma em bi dirûşmeya ‘Li dijî şerâ taybet tekoşînek bi heybet’ a pêngava me ya nû, bang dikin ku her kes tevlî tûrnûvayê bibe."