Rêxistinên ciwanan ên kurd: Em jiyaneke bê Ocalan qebûl nakin

  • ciwan
  • 09:03 1 Îlon 2023
  • |
img
STENBOL - Endamê Komîteya Amadekar a Rêwîtiya Azadiyê Azad Erîş ji bo beşdariya li meşa û konferansên ku dê di navbera 2-3'yê îlonê de li Ewropayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê lidarxistin bang kir û got ku ew jiyaneke bê Ocalan qebûl nakin.
 
Ciwanên kurdistanî û enternasyonalîst, dê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocala ê di Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê de û 30 meh in tu xeber jê nayê girtin, di 2-3'yê îlonê de li bajarên cuda yên Ewropayê çalakiyên cihêreng li dar bixin. Di vê çaçroveyê de dê di 2'yê îlonê de li Almanya û Fransayê bi dirûşmeya "Azadî ji bo Rêber Apo û çareserî ji bo meseleya kurd" meş bên lidarxistin. Dê meş li Almanyayê li bajarê Dusseldorfê, Berlîn, Hambûrg û Hannover û li bajarên Parîs û Strasbourgê yên Fransayê bên lidarxistin û tê payin ku ji gelek welatan kes tev li van meşan bibin. 
 
Endamê Komîteya Amadekar a Rêwîtiya Azadiyê Azad Erdîş têkildarî çalakiyên ku dê bên lidarxistin axivî. 
 
‘CIWAN JIYANEKE BÊ OCALAN QEBÛL NAKIN'
 
Erîş bilêv kir ku di demên dawî de li Ewropayê ciwanên kurd di warê rêxistinbûyîn û çalakiyan de pir pêş ketine û got ku îro ciwan jiyaneke bê Ocalan qebûl nakin. Erîş destnîşan kir ku felsefeya Ocalan îro di serî de ji bo ciwanên kurd û ji bo gelek ciwanên din çavkaniya îlhamê ye û got: "Dirûşmeya 'Ciwan fedaiyên Apo ne' jixweber derneketiye holê. Ev dirûşme di nava têkoşîna azadiyê ya kurd de bû rêgeha têkoşînê. Ciwan bi vê dirûşmeyê bi xw eve hatin. Bi vê dirûşmeyê têkoşînê domand. Îro jî di şexsê ciwanan de alaya têkoşînê bilind dibe." 
 
ARMANCA MEŞÊ
 
Erîş detsnîşan kir ku meşa ku dê di 2'yê îlonê de li Almanya û Fransayê bê lidarxistin jî li ser vî esasî ye û di meşê de dê daxwaza wan a sereke ya ciwanan azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan be. Eriş da zanîn ku dê ciwanên enternasyonalîst jî piştgiriya meşê bikin. 
 
KONFERANS
 
Eriş da zanîn ku dê di 3'yê îlonê de li bajarê Dortmundê yê Almanyayê jî bi dirûşmeya "Bi ciwantiyeke rêxistinkirî ber bi azadiya Rêber Apo ve" konferansekê li dar bixin û got ku dê di vê konferansê de tecrîd jî di nav de gelek peyaman bidin. Erîş ev tişt gotin: "Armanca vê konferansê wekî ji dirûşmeyê jî tê fêmkirin, ew e ku paradîgmaya birêz Ocalan wekî alternatîfekê bê nîşandan. Di vî warî de di konferansê de rol û rista di warê azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan de dikeve ser milê ciwanan bê nîqaşkirin. Armanca me ya sereke em bidin der ku azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan azadiya hemû gelan e." 
 
Erîş destnîşan kir ku dê çalakiyên wan ên ji bo rakirian tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Ocalan bidomin. 
 
BANGA JI BO TÊKOŞÎNÊ
 
Erîş bang li her kesî kir ku li dor têkoşîneke hevpar bibin xelek û got: "Divê her ciwanekî/e kurd xwe berprisiyar his bike û bi vî awayî nêzî birêz Ocalan bibe. Em careke din ji ciwanên kurdistanî re dibêjin 'Bi ciwantiyeke rêxistinkirî ber bi azadiya Rêber Apove'." 
 
MA / Îbrahim Irmak