Ciwanê ku ji aliyê polîsan ve hatibû revandin: Nikarin me bitirsînin

  • ciwan
  • 10:30 1 Îlon 2023
  • |

STENBOL - Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Dogukan Yenî destnîşan kir ku ew ji hêla kesên xwe weke polîs dane nasîn, hatiye revandin û got: “Ji ber têkoşîna me ya li dijî şerê taybet, me dikin hedef. Nikarin bi zextan me bitirsînin.”

 
Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Dogukan Yenî di 25 tebaxê saet 19:00’an de li rawestgeha otobusê ya Ataşehîrê, ji hêla 2 kesên xwe wek polîs dane nasîn bi gotina “derbarê te de biryara lêgerînê heye” bi darê zorê siwarê wesayîtekê hate kirin. Yenî yê piştî bi darê zorê hatiye girtin ku bi gefxwarinê re rû bi rû maye.  Tiştên hatin serê Yenî bi ajansa me re parve kir. 
 
Yenî destnîşan kir ku ew berî niha jî di dîrokên cûda de bi tacîza polîsan re rû bi rû maye û got ku 7 meh berê jî polîsan telefonî malbata wî kirine û ji wan re ev tişt gotine: “Lawê we propagandaya rêxistinê kir. Ji ber wê lêgerîna wî heye. Werin qereqolê.” Yenî diyar kir ku ew bi bavê xwe re çûye qereqolê û bi polîsan re hevdîtinê kirine û got: “Ji bavê min re gotine, ‘Ji kurê xwe re bêje bila ji van karan dûr bisekine, dê kurê te bibin, birevînin çiya'. Bavê min jî gotiye, ‘Ez 30 sal in xizmeta vê partiyê dikim. Heke bibirana dê min bibirana. Niha kurê min xebata ciwanên partiyeke legel dide meşandin'.”
 
‘BI DARÊ ZORÊ MIN SIWAR KIRIN’
 
Yenî bilêv kir ku ew piştî vê bûyerê di 25’ê tebaxê de, ji hêla kesên xwe weke polîs dane nasîn hate revandin û wiha pêde çû: “Dema ez di rawestgeha otobusê ya Ataşehîrê de disekinîm, wesayîteke sivîl li pêşiya min sekinîn û ji keseke ecnebi re gotin, ‘Em ê GBT’ê li te bikin, were vir’. Demên asayî de GBT bi rêya telefonê dikin lê belê vê carê li kesek din geriyan û piştre agahiyên nasnameyê dane wî. Piştre nasnameya min girtin û dîsa li kesê di telefonê de geriyan û agahiyên nasnameya min parve kirin. Xwestin min siwarî wesayîtê bikin. Min jî got ez dixwazim li bavê xwe bigerim. Destûr nedan û gotin em ê agahî bidinê. Telefona min ji min stendin û bi darê zorê min siwarî wesayîtê kirin. Gotin, ‘Lêgerîna te heye, em ê te bibin cem amir. Dema ku min got, ‘Amirê çi, ma ne divê hûn min bibin qereqolê?’ Wan ji min re got, ‘Amir li van deran e’."  
 
GEF LÊ XWARIN
 
Yenî da zanîn ku ew bi wesayîtê bi qasî 15 deqeyan birin ciheke dûr û kesê jê re digotin “amir” jî siwarî wesayîtê bû. Yenî anî ziman ku kesê jê re digotin “amir” gefa hepskirinê lê xwariye û ev tişt gotin: “Amirê klu siwarî wesayîtê bû anî ziman ku ew berî niha jî min hişyar kiriye û ev car jî cara duyem e. Cara sêyem got ku ez ê cudatir nêzî te bibim, dê cara çarem jî te bavêjim hepsê’ û gefên xwe berdewam kirin. Piştre çend dîmenan nîşanî min dan. Îdia kir ku ez jî di nava wan dîmenan de me. Min jî got ku weke her partiya ku xebatên ciwanan lê tê meşandin ez jî xebatên ciwanan didim meşandin.”
 
‘NIKARIN ME BITIRSÎNIN’
 
Yenî got ku ew piştî van tiştan hatiye berdan û da zanîn ku ger tiştek were serê wî kesên wî revandine berpirsyarin û wiha domand: “Dixwazin me bitepisînin, bitirsînin û me bêzar bikin lê em naçewisin. Rasterast nabêjin ‘Em ê te bikûjin’ lê belê dixwazin gotinê bînin wir. Heke min bikujin dê tenê laşê min bimire. Hezaran hevalên min ên ku têkoşînê didomînin hene. Nikarin me bitirsînin.”
 
Yenî bi bîr xist ku dewlet ji ber têkoşîna ciwanan a li dijî şerê taybet berê xwe dide wan û got: “Hindî ku ciwan ji sekna xwe tawîz nedin û rast sekinin; nikarin encam bigirin û ditirsin.”
 
Yenî balê kişand ser kampanyaya li dijî polîtîkayên şerê taybet a “Li dijî şerê taybet, têkoşîneke bi heybet” û diyar kir ku ew ê xebatên xwe bidomînin û got: “Bi van zext û polîtîkayên çewisandinê nikarin me ji xebatan dûr bixin.”