Encamnameya konferansa ciwanan: Rojeva sereke azadiya Rêber Apo ye

  • ciwan
  • 09:50 4 Îlon 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYN - Encamnameya konferansa “Ji bo Rêberiyê Azadî” ya ciwanên kurd û enternasyonalîst hate weşandin. Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku her geşedaneke têkildarî Abdullah Ocalan dê rojeva sereke ya xebatên ciwanan be. 
 
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin zêdetirî 30 meh in tu agahî nayên girtn. Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, ciwanên kurd û enternasyonalîst bi dirûşma “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû” çalakî dabûn destpêkirin. Di çarçoveya van çalakiyan de ciwanan li bajarê Dortmund ê Almanyayê konferansek li dar xist. Ji welatên Almanya, Swîsre, Fransa, Îtalya û Ingilistanê bi dehan ciwan tev li konferansê bûn. Konferans nêzî 6 saetan dom kir û têkildrî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan nîqaş hatin kirin. 
 
Piştî rûniştinan jî encamnameya konferansê hate weşandin. Encamnameya konferansê wiha ye: 
 
BIRYARÊN DI KONFERANSÊ DE HATINE DAYÎN
 
Encamnameya konferansê wiha ye:
 
* Hemû tiştên têkîldarî Rêber Apo wê bibe navenda xebatên ciwanan.
 
* Li dijî zîhniyeta netew-dewletê ku piştî Komploya Navneteweyî ya ji bo tesfiyekirina Tevgera Azadiyê êrişên xwe didomîne, paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Rêber Apo bi hêztir were vegotin û xebatên ji bo vê yekê bêne organîzekirin.
 
* Felsefe û paradîgmaya Rêber Apo ji Rojhilata Navîn heta Amerîkaya Latîn, ji Efrîqayê heta Asyayê, ji Ewropayê heta Awûstralyayê wek pîvana dilsozî û hezkirinê ya Rêber Apo bê nasandin û belavkirin.
 
* Tecrîd û îzolasyona li ser Rêber Apo ku bi salan e didome, bibe rojev û li ser vê bingehê têkoşîn bê kirin.
 
* Di çarçoveya Paradîgmaya Azadiya Jinê ya ku Rêber Apo bi ked û hewldanake mezin afirandiye, bi hemû rêxistinên jinan ên cîhanê re nîqaş bên kirin û di ronahiya Şoreşa Rojava de ku em dibêjin şoreşa jinê ye, tevbigerin û felsefeya Rêber Apo bê belav kirin.
 
* Rola DYA, YE, CPT, DMME’ê ku xwe weke sazî û rêxistinên herî demokratîk nîşan didin, di pergala tecrîda li ser Rêber Apo de li ber çavên raya giştî ya cîhanê bê eşkerekirin.
 
* Ji bo ku hemû kesên ku dixwazin vê bêedaletiyê rawestînin, bi taybetî jî rêxistinên hevgirtina xwe bi Rêber Apo û gelê kurd re çêbikin, ji CPT û Konseya Ewropayê re bi awayekî seferberî nameyan bişînin.
 
* Li dijî helwest û kiryarên ku di şexsê Rêber Apo de li hemberî girtiyên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê tên kirin, derbikevin û li ser vê bingehê xebat bên kirin.
 
* Ji bo ku gelek sazî, bi taybetî Konseya Ewropayê ji bo azadiya Rêber Apo gavan biavêjin, xebat bên kirin.”