Li Rihayê ciwan dê li dijî şerê taybet konserekê li dar bixin

  • ciwan
  • 10:28 6 Îlon 2023
  • |
img

RIHA -  Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Rihayê di çerçoveya kampayaya, "Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet" dê di 7'ê îlonê de li Rihayê bi tevlibûna hunermend Kadîr Çat û parlamenteran konserekê li dar bixe.  

 
Meclisa Ciwanên Partiya Çepên Kesk a Rihayê di çerçoveya kampayaya, "Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet" dê di 7'ê Îlonê seat 19.00'an de li Eywana Dawetê ya Şehîtlîka Çamlikê bi tevlibûna Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Omer Ocalan, Parlamenterê Colemergê Vezîr Parlak û hunermend Kadîr Çat konsereke li dar bixin. Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Mûhsîn Aydogdû der barê kampanyaya dane destpêkirin û konserê de anî ziman ku wan li dijî şerê taybet têkoşînê dane destpêkirin û bang li gel kir ku tev li konserê bibe.
 
Aydogdû anî ziman ku wan li dijî şerê taybet kampanya dane destpêkirin û ev tişt gotin: "Em jî hertim di nava civakê de ne û pirsgirêkên civakê dibînin. Pirsgirêkên weke tiryak, fuhuş û tecrît bandoreke mezin li ser civakê dike û li dijî vê yekê em jî bi hev re şêwirîn û me biryara kampanyayê da. Taybetî li Rihayê temenê bikaranîna tiryakê daketiyê 9-10 saliyê. Her wiha em gelek caran dibihîsin ku ji firoşkariya tirkayakê li zarokên temenê wan di bin 18 salî de ye, tê ferzkirin. Her wiha tevî Riha bi xwezaya xwe ewqas dewlemendê jî her sal welatî û ciwan bêkar in û ji bo kar diçin bajarên din dixebitin, ev yek jî encama şerê taybet e."
 
'EM Ê ŞERÊ TAYBET TEŞHÎR BIKIN'
 
Aydogdû diyar kir ku di çerçoveya kampayayê de wan li Kurdistan û Tirkiyeyê xebat dane meşandin û got: "Me kolan bi kolan, tax bi tax, gund bi gund şerê taybet teşhîr kir û em ê berdewam jî bikin. Şerê taybet bandor li ser çand, huner û hemû qadan dike. Me jî weke Meclisa Ciwanên Partiya Çepên Kesk li dijî van polîtikayên şerê taybet, şerek da destpêkirin. Çawa ku dewlet li Kurdistanê li hemû qadan polîtikayên şerê taybet dimeşîne, em jî dê li hemû qadan van polîtikayan teşhîr bikin û wan qadan ji şerê taybet paqîj bikin."
 
'DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN'
 
Aydogdû destnîşan kir ku yek jî polîtikaya şerê taybet tecrida girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha pê dê çû: "Gelê kurd birêz Ocalan ji xwe re weke Rêber dibînê û dixwazê ev tecrîd rojek berî rojekê were rakirin. Ev 30 mehên tu agahî ji birêz Ocalan nayê girtin. Ev tecrîd divê di çeçoveya sûcê li dijî mirovahiyê de bê dîtin. Divê tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin."
 
Aydogdû di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku şerê taybet herî zêde li dijî ziman û çandê tê meşandin û got ku ew jî dê li dijî van polîtikayan konsereke bidin û bang li gelê Rihayê kir ku beşdarî konserê bibe.