Kampanya veguhestin Çûkûrovayê: Li dijî tiryakê bibe barîkat

  • ciwan
  • 12:07 8 Îlon 2023
  • |
img
MÊRSÎN - Kampanyaya “Li dijî tiryakê bibe barîkat” a koma alîgirên Amedsporê dabû destpêkirin veguhestin Çûkûrovayê.   
 
Komên alîgirên Amedsporê yên Barîkat û Mor Barîkatê li dijî bikaranîna tiryakê ya li Amed û derdora wê zêdebûyî û li dijî fihûşê bi dirûşmeya “Li dijî tiryakê bibe barîkat” di 6’ê tîrmehê de li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal kampanyayek da destpêkirin. Komên Barîkat û Mor Barîkat ên Çûkûrovayê ragihandin ku kampanya veguhestine Çûkûrovayê. Komên alîgir bi daxuyaniyekê diyar kirin ku hefteyeke li Mêrsîn û navçeyên wê xebat hatine destpêkirin û ciwan hatine agahdarkirin. 
 
LI ÇÛKÛROVAYÊ ZÊDE BÛYE
 
Komên alîgir bal kişandin ku li Çûkûrovayê bikaranîna tiryakê zêde bûye û peydakirina wê hesan bûye û wiha domand: “Ev malwêran zirarê dide hişmendiya civakî û gefê li pêşeroja me dixwe. Bi taybetî li bajarên metropolên ku gelê me lê dijî, tiryak li tevahiya erdnîgariya me gihîştiye asta xeteriyeke. Divê em hay ji xeteriyeke wiha giran û mezin hebin û tevbigerin.”
 
‘PIRSGIRÊKA CIVAKÎ’ 
 
Komên alîgir destnîşan kirin ku xebatên wan bi Amedê bi sînor nema ye û li Mêrsîn û Edeneyê jî xebatan dimeşînin û wiha gotin: “Mixabin liv an bajarên me tiryak gelek zêde bûye. Em nikarin li dijî vê yekê bêdeng bibin. Weke komên alîgir tişta ji destê me bê em ê bikin. Em bê hincet herkesê vedixwînin ku ‘li dijî tiryakê bibin barîkat’.”