Li Wanê du kes hatin binçavkirin

  • ciwan
  • 16:47 8 Îlon 2023
  • |
img
WAN - Li navçeya Rêya Armûşê 2 ciwan hatin binçavkirin. 
 
Polîsan duh bi şev li taxên Bostanîçî û Esendere yên navçeya Rêya Armûşê yên Wanê bi ser 3 malan de girtin. Di serdegirtinan de ciwanê bi navê Şiyar Orhan hate binçavkirin. Delîl Bozkûrt û Serhat Akdag ên derbarê wan de biryara binçavkirinê hebû û li malên xwe nebûn jî serê vê sibê hatin binçavkirin.  
 
Hate diyarkirin ku her 3 kesên sedema binçavkirina wan nehate zanîn birin Miduriyeta Polîsan a Wanê.