Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Gorunmek hate berdan

  • ciwan
  • 16:43 11 Îlon 2023
  • |
img
STENBOL - Endamê YK’ê yê Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Omer Gorunmek bi şertê kontrola edlî hate berdan. 
 
Endamê Lijneya Rêveber (YK) a Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Omer Gorunmek di 8’ê îlonê di encama serdegirtina malan a li Umraniyê de htae binçavkirin. Tevlibûna Gorunmek a çalakiya di 1’ê Îlonê de weke hincet hate nîşandan. 
 
Gorunmek ê li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê dihat ragirtin, îro sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hate kirin. Piştî îfadeyê li dozgeriyê jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Silhê hate kirin. Gorunmek bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate tawanbarkirin û bi şertê kontrola edlî hate berdan. 
 
Her wiha hat zanîn ku ciwanekî bi navê Mucahît Avci jî bi heman sedemê hatiye binçavkirin û piştî îfadeya li dadgeriyê jî hatiye berdan.