Tûrnûvaya futbolê ku Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk daye destpêkirin didome

  • ciwan
  • 09:05 30 Îlon 2023
  • |
img
ŞIRNEX- Tûrnûvaya futbolê ya ku ji aliyê ciwanan ve li dijî polîtîkayên şerê taybet hatiye destpêkirin berdewam dike. Endamê Meclîsa Ciwanan ê Partiya Çepên Kesk Delîl Urek têkildarî tûrnûvayê de wiha got: “Armanc ew e ku ciwanan ji pergala qirêj dûr bikin û nehêlin ku ev qirêjiye bikeve nav civaka me.” 
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk li dijî polîtîkayên şerê taybet ê ku dewlet li Kurdistanê dide meşandin bi dirûşmeya “Li dijî şerâ taybet tekoşînek bi heybet" li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakî û aktîvîte dan destpêkirin. Meclîsa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Silopiyayê ya Şirnexê tûrnûvaya fûtbolê li dar xist. Tûrnuvaya ku bi pêşengiya Şaredariya Silopiyayê di 5'ê îlonê de dest pê kir bi eleqe û tevlibûna ciwanan didome. 66 koman serî li tûrnûvaya ku li Tesîsa Werzîşê ya Şaredariya Silopiyayê tê lidarxistin da. Ji van 66 koman niha 33 kom mane. 
 
Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan û Endamê Meclîsa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Silopiyayê Delîl Urek der heqê tûrnûvaya ciwanan de axivîn. 
 
'TÛRNÛVA DAXWAZA CIWANAN BÛ' 
 
Hevşaredar Adalet Fîdan, diyar kir ku polîtîkayên şerê taybet herî zêde li ser ciwanan tên meşandin û got ku li dijî van polîtîkayan tekoşîneke heybet hewce dike û wiha axivî: “Ciwanan bi dirûşmeya ‘Li dijî şerê taybet tekoşînek bi heybet’ dest bi kampanyayê kirin. Ev cara çaremîne ku li navçeya Silopiyayê tûrnûvayeke bi vî rengî tê li dar xistin. Her sal jî li hemberî tûrnûvaya me eleqeyeke mezin jî heye. Îsal hêj ku biryara li dar xistina tûrnûvayê nehatibû dayîn daxwaza ciwanan çêbû. Ciwan yek bi yek hatin bi şaredariya me re hevdîtin jî kirin. Li ser hesabên me yên medyaya civakî jî daxwazên xwe ji me re ragihandin. Ciwanan daxwaz kir ku em weke şaredarî tûrnûvayeke bi vî rengî li dar bixin. 
 
DENG DERXISTINA HEMBERÎ POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET ERKEKE CIVAKÎ YE
 
Di rêgezên me yên xwecihî de daxwazên ciwanan û gel esas in. Ev demeke dirêje bi taybetî jî di salên dawî de herî zêde li ser ciwanan polîtîkayên şerê taybet tên meşandin. Li ser ciwanan her cûreyê van polîtîkayan tên meşandin. Heta ku bikaribin di nav ciwanan de, di nav civakê de vê polîtîkaya xwe belav dikin. Ciwanên bêîrade, bêhiş, bêmejî ku nekarin fikr û ramanên xwe bînin ziman û bi îradeya xwe tevnegere di hûndirê xwe de civakeke rizî ava dike. Armanca polîtîkayên li ser ciwanan tên meşandin jî ev in. Girêdayî vê em jî li hemberî van polîtîkayan tûrnûvayên bi vî rengî didin destpêkirin. Li hemberî vê deng derxistin erkeke civakî ye.”
 
'XWEDÎ DERKETINA CIWANAN XWEDÎ DERKETINA CIVAKÊ YE'
 
Fîdan, anî ziman ku di serdemeke ku êrîşên li ser ciwanan ewqas zêde bûne de çalakiyên bi vî rengî girîng in û got: “Divê ku ciwan nemînin di bin bandora van polîtîkayan de. Divê ku ciwanên me bi fikr û ramanên xwe azad bijîn. Ji bo ku bikaribin jiyaneke azad biafirînin divê ku destpêkê li hemberî van polîtîkayan têbikoşin. Ev tûrnûva jî peyameke û ji ciwanan re bangawaziyeke. Ciwan jî di vê zanebûnê de ne. Ji ber wê divê ku xwedî li vê tûrnûvayê derbikevin. Em weke şaredariya Silopiya hem di qada jinan de û hem jî di qada ciwanan de em ê xebatên xwe bidomînin. Ji ber ku di şexsê jin û ciwanan de civak tê hedef girtin, divê ku xebatên ku em didin pêşiya xwe jî civakê hemûyê esas bigire. Xwedî derketina vê tûrnûvayê ji Silopiya heta Stenbolê peyam dide. Ji ber wê divê ku ciwan li dijî polîtîkayên şerê taybet dengê xwe û tekoşîna xwe bilind bikin. Bi taybet jî ciwanên Botanê divê ku xwedî lê derbikevin. Divê ku her şev wê qadê tejî bikin. Tejîkirina wê qadê xwedî derketina ciwana ye, xwedîderketina civakê ye.”
 
FÎNAL 12’Ê COTMEHÊ YE
 
Endamê Meclîsa Ciwanan Delîl Urek jî bi lêv kir ku armanca wan ew e ku li dijî polîtîkayên taybet ciwanan birêxistin bikin û wiha got: “Ev sala 4’emîne ku em tûrnûvaya futbolê li dar dixin. Sala derbas bûyî gelek koman serlêdan kirin. Ew tûrnûvayên beriya niha herêmî bûn. Lê îsal me xwest ku tûrnûva ji ciwanên Botanê re li dar bixin. Di tûrnûvaya me ya îsal de 66 koman serlêdan kirin. Me bi 66 koman dest pê kir. Ji van 66 koman, 33 kom man. 12 cotmehê jî em ê fînalê bikin. Armanca me ew e ku di roja fînalê de şahiyekî li dar bixin. 
 
ARMANCA ME EW E KU CIWANAN JI PERGALA QIRÊJ DÛR BIKIN 
 
Tevlibûna ciwanan pir xurt e. Ciwan bi moraleke mezin tev li dibin. Tevlibûna ciwanan sal bi sal zêdetir dibe. Ev hestiyariya ciwanan zêdetir dibe. Armanca tûrnûvayê li ser wan tesîr dike. Nêzikatiya ciwanan a li hemberî partiyê û li hemberî meclîsa ciwanan jî baştir dibe. Her sal hêviya me mezintir dibe. Sedemê çalakiyên me yên bi vî rengî ew e ku ciwanên me li dijî vê pergalê bikaribin xwe biparêzin û hişyar bin. Ev pergale gelek zêde êrişî ciwanan dike. Em dixwazin bi bernameyên bi vî rengî ciwanên xwe birêxistin bikin. Armanc ew e ku ciwanan bi van çalakiyan bînin ba hev. Em dixwazin ku bi vî rengî ciwanan ji pergala qirêj dûr bikin û nehêlin ku ev qirêjiye bikeve nav civaka me. Banga me ji ciwanên me yên Botanê heye ku bi zanebûna li dijî şerê taybet tekoşînek bi heybet tevli xebatên me bibin.”