Civaka Xwendekarên Demokratîk a Îzmîrê hate avakirin

  • ciwan
  • 15:26 29 Cotmeh 2023
  • |
img

ÎZMÎR - Xwendekarên zanîngehê yên li Îzmîrê Civaka Xwendekarên Demokratîk ava kirin. 

Civaka Xwendekarên Demokratîk a Îzmîrê (Î-DOT) hate avakirin. Xwendekarên zanîngehê yên li Îzmîrê têkildarî platforma li dijî pirsgirêkên dijîn ava kirin daxuyanî dan. Daxuyaniya bi kurdî ji hêla Pelda Ege û ya bi tirkî jî ji hêla Veysel Îlhan ve hate xwendin. Ege, diyar kir ku ji bo pewerdeya bi zimanê dayikê, ya bêpere û zanistî, ji bo zanîngehên azad, xweser û demokratîk têdikoşin. 
 
‘EM Ê HESABÊ BIPIRSIN’ 
 
Bi domdarî Ege ev tişt anî ziman: “Em li ser şopa bi hezaran pêşengên şoreşger, fedakar û bi israr ên vê têkoşîne ne. Yên ku li kampûsan li dijî ferasetên faşîst û zayendî disekinin, berxwedanê bi gel re tînin gel hev, mezin dikin û hêzeke bênavber diafirînin. Em xwendekarên zanîngehê ên ku jiyaneke bê hêvî, bê pêşeroj, îtaetkar red dikin û têkoşîna jinan a azadîxwaz, demokratîk, ekolojîk dipejirînin. Em ciwan; li dijî şer, pişaftin, qirkirin û tecrîda girankirî li ber xwe didin. Em hesaba hevalê Şerzan Kurt ê li Mûglayê li kampusê hat qetilkirin, Gulistan Doku a ku li Dêrsimê hate windakirin, Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê de hate qetilkirin, Resûl Alan ê li Eskîşehîrê xwe kuşt, Zeren Ertaş a ku li Aydinê ji ber terkexemiyê li wargeha KYK’ê hate qetilkirin û bi dehan kesên din bipirsin.” 
 
‘EM Ê BI ROLA XWE YA DÎROKÎ RABIN’ 
 
Di berdewamê de Ege diyar kir ku pergala heyî ciwanan ji nasnameya wan bêpar dihêle û wiha domand: “Ji bilî mirinê tu tiştekî ji ciwanan re nahêlin. Em ciwanên welatparêz û şoreşger in ku hewl didin bi rêxistinbûna xwe bersivê bidin van polîtîkayên tunekirin û înkarger. Em ê bi rola xwe ya dîrokî rabin û serî netewînin. Em jinên ciwan in ku li dijî polîtîkayên tunekirina jinên ciwan ên bi çanda destdirêjiyê, akademîya nêrza û kampusên ne bi ewle hewl didin ‘jinên maqûl’ û civaka bindest ava bikin, mîrateya berxwedanê ne.” 
 
‘EM Ê POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET VALA DERXÎNIN’
 
Ege, got ku şerê taybet bûye çeka pergalê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pergal hewl dide kesayetên kole biafirîne. Kesayetan ji cewhera wan dûr dixînin û li dijî wan şerekî taybet bi kar tînin. Bi van polîtîkayan jî di serî de jin û ciwan, tevahiya civakê hedef digirin. Di serî de weke ciwan û jinên kurd, bi sedsala ye em dibin hedefa polîtîkayên înkar û tunehesibandinê. Em dibêjin li dijî zîhniyeta nêrza, em ê bi zanîngehên demokratîk ber bi pêşerojeke azad ve biçin. Di serî de kampûs, em ê hemû dibistanên amadehî û kolanan gel birêxistin bikin û bibin dengê rastiya civakê û polîtîkayên şerê taybet vala derxînin. Em ê, bi dirûşma ‘Li dijî şerê taybet tekoşîna bi rêxistinkirî’ li her qadê li dijî polîtîkayên pişaftinê têbikoşin. Li ser vê esasê em Civaka Xwendekarên Demokratîk a Îzmîrê radigihînin.”
 
Herî dawî jî Ege banga tevlibûnê li xwendekaran kir.