Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê: Em ê li ber zextan serî netewînin

  • ciwan
  • 16:17 30 Cotmeh 2023
  • |
img

STENBOL - Hevberdevka Meclisa Ciwanan Eda Îbrahîmoglû diyar kir ku ew ê bi têkoşîna xwe zextên desthilatdariyê yên li ser ciwanan pûç bikin û wê ciwan her tim ji bo azadiya xwe li ber polîtîkayên desthilatdariyê rabin. 

Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê li avahiya partiya xwe ya Stenbolê der barê binçavkirin, girtin û ferzkirina sîxurtiyê yên di demên dawî de û girtina endamên wan Mazlûm Kaya yê li Mêrsînê hat girtin de civîna çapemeniyê li dar xist. Hevberdevka Meclisa Ciwanan Eda Îbrahîmoglû diyar kir ku zextên li ser ciwanan zêdetir bûne. 
 
Îbrahîmoglû da zanîn ku girtina endamê wan Mazlûm Kaya zêdebûna zextên li ser ciwanan dide nîşandan û beriya Kaya bê girtin jî kesên xwe wek polîsan dane nasîn di 20’ê cotmehê de wî revandine, zext lê kirine û sîxurtiyê lê ferz kirine û îşkence lê kirine. Îbrahîmoglû got hevalên wan li ser sûcdariyên bêbingeh û nerast tên girtin. Îbrahîmoglû destnîşan kir ku ew ê bi têkoşîna xwe zextên desthilatdariyê yên li ser ciwanan pûç bikin û wê ciwan her tim ji bo azadiya xwe li ber polîtîkayên desthilatdariyê rabin. Îbrahîmoglû xwest hevalê wan Mazlûm Kaya tavilê bê berdan.