Hevberdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP'ê: Divê ciwan tev li têkoşîna rêxistinkirî bibin

  • ciwan
  • 09:04 3 Mijdar 2023
  • |
img
STENBOL - Hevberdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP'ê Edanûr Îbrahîmoglû hemû ciwananên ku desthilat dixwaze wan bi polîtîkayên şerê taybet apolîtîk bike, vexwend têkoşîna rêxistinbûyî. 
 
Herî zêde ciwan bandorê ji rewşa siyasî, aborî û civakî ya li welêt digirin. Ciwanên di dorpêça betalî, xizanî, fuhûş, tiryak û sîxurtiyê de ne, piraniya wan ji bo siberojê bi fikar in. 
 
Hevberdevka Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) Edanûr Îbrahîmoglû pirsgirêkên ku ciwan bi wan re rû bi rû dimînin nirxand. 
 
Îbrahîmoglû anî ziman ku pirsgirêkên ku ciwan bi wan re rû bi rû dimînin ne derî pirsgirêkên derdorên din in û got ku ev pirsgirêk xwedî paşxaneyeke dîrokî ne. Îbrahîmoglû, tevgerên ciwanan ên salên 1968'an û 1990'î bibîr xist û got ku wekî wan salan divê niha jî ciwan li dijî pirgsirêkan xwe birêxistin bikin û têkoşîna siyasî bimeşînin. 
 
Îbrahîmoglû, anî ziman ku ji du pirsgirêkên bingehîn ên ciwanên zanîngehan yek jê krîza aborî û ya din jî nebûna azadiya akademîk e û got: "Pirsgirêkên ciwanan ên niha û yên berê wek hev in, lê yên niha kûrtir in. Ji ber ku civak pir ne birêxistinkiirî ye, konjuktura siyasî nikare wekî wê demê bibe bersiv, ji lew re nava hemû saizyan hatiye valakirin. Niha bi taybetî di warê ciwanan de krîzeke aboriyê heye û di heman demê de nava saizyên akademîk jî tê valakirin. Niha akademî bûne navendên desthilatê û firdikeke fikra azad jî tune ye." 
 
Edanûr Îbrahîmoglû
 
GIRÎNGIYA RÊXISTINBÛYÎNÊ
 
Îbrahîmoglû, bal kişand ser çalakiyên xwendekaran ên li seranserê welêt û got ku ev çalakî li ser esasekî rêxistinkirî nayên kirin. Îbrahîmoglû, axaftina xwe wiha domand: "Divê rastiya vê rewşa nerêxistinkirî bê eşkerekirin. Em têkoşîna xwe ya rêxistinkirî didomînin lê ji ber ku di warê rêxistinbûyîneke girseyî de kêmasiyên me hene, di warê destkeftiyan de pirsgirêk rû didin. Lewma divê mirov li ser vê rewşa rêxistinkirinê hûr bibe." 
 
Îbrahîmoglû, destnîşan kir ku li welêt tevgereke parçebûyî ya ciwanan heye û got: "Ji ber bandora polîtîkayên şerê taybet ên dewletê yên li ser ciwanan pêvajoya polîtîkbûyînê bi derengî dikeve." 
 
Îbrahîmoglû, anî ziman ku ev parçebûn tenê bi ciwanan re ne sînordarkirî ye û got: "Ev li nava tevahiya civakê wiha ye. Li Tirkiye û Kurdistanê tenê rewşeke polîtîk a di raydayinê de hatiye asêkirin heye. Lê belê afirandina civakeke polîtîk, pirgsirêka hêzên rêxistinkirî û demokratîk e." 
 
KAMPANYAYA LI DIJÎ ŞERÊ TAYBET
 
Îbrahîmoglû, li ser kampanyaya "Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet" a Meclisa Ciwanan a HEDEP'ê ya li dijî polîtîkayên şerê taybet ên desthilatê hatiye destpêkirin jî sekinî. Îbrahîmoglû, bilêv kir ku di çarçoveya kampanyayê de xwe digihînin ciwanan û ji wan re behsa şerê taybet dikin û got: "Bi piranî pirsgirêkên malbatan û ciwanan ên der barê şerê taybet de wekî hev xuya dikin. Em hewl didin ku çareserkirina van pirsgirêkan birêxistin bikin û bertekeke hevpar bidin der." 
 
Îbrahîmoglû bilêv kir ku pergal bi taybetî li ser ciwanên kurd şerê taybet dimeşîne û wiha pê de çû: "Anku li Kurdistanê ciwanek an bi êrişeke çekdarî dimire yan jî ji ber krîza aborî ya van kesên vî şerî dimeşînin. Ciwanên kurd li Tirkiyeyê ketine nava xizaniyeke aborî û ji ber nikarin heq ji vê krîza aborî derkevin an jî ji ber ku nikarin bi nasnameya xwe di nava civakê de cihekî bigirin dikevin nava buhranekê. Bi taybetî divê mirov rewşa ciwanên kurd bi vî awayî pênase bike. Krîza aborî ya Tirkiyeyê ji bo ciwanên Tirkiyeyê jî wiha ye. Krîza aborî ya ji ber şer derketiye holê herî zêde bandorê li ciwanan dike." 
 
TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
Îbrahîmoglû, destnîşan kir ku piraniya ciwanên welêt di nava buhranekê de ne û got ku ev yek j bi piranî xwe dispêre hesta tenêtiyê. Îbrahîmoglû, anî ziman ku fikra lîberal kesan bi tenê dihêle û got: "Divê hevalên me fêm bikin ku ew ne bi tenê ne. Divê têkoşîna me ya rêxistinkirî di wê astê de be ku hevalên me xwe tenê hîs nekin. Divê her kes bi nasnameya xwe, bi zimanê xwe hebe. Em jî ji bo vê têdikoşin. Divê ciwan hem hay ji xwe hebin hem jî di warê guherandin û veguherandina civakê de û di warê hebûna xwe de di nava têkoşîneke rêxistinkirî de bin. Ev di heman demê de ew gav e ku dê hemû pirsgirêkên me çareser bike."