SGDF: Dê nekarin bi êrişan encamekî bi dest bixin

  • ciwan
  • 15:36 3 Mijdar 2023
  • |
img
ÎZMÎR - SGDF’ê têkildarî zext û hewldanên sîxûrkirinê yên li dijî ciwanan daxuyanî da û wiha got: “Hewl didin têkoşîna me ya mafdar krîmînalîze bikin û me teslîm bigirin. Lê em ê dev ji parastina nirxên xwe bernedin.” 
 
Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) têkildarî zextên li ser tevgera ciwanan li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê daxuyanî da. Li eywana daxuyaniyê pankarta “Em ê teslîmî zextan nebin” hatibû daliqandin. Endamê SGDF’ê Burak Keleş daxuyanî xwend. 
 
Keleş, da zanîn ku di pêvajoya dawî de gelek hevalên wan hatine binçavkirin û girtin û wiha got: “Di vê pêvajoyê de gef li hevalên me û malbatên wan hatin xwarin û rastî polîtîkaya tacîz û sîxûrkirinê hatin. Faşîzm, hewl dide bi van erişên li dijî SGDF’ê têkoşîna azadî û sosyalîzmê ya ciwanan teslîm bigire û îradeya me têk bibe. Ev demekî dirêje polîs bi israr rêhevalê me Furkan Bengul dişopînin, tacîz dikin û gefan lê dixwin. Rêya wê tê girtin, bi darê zorê hewl didin pê re biaxivin. Dema naxwaze biaxive jî polîs jê re dibêjin dê ne ew ne jî malbata wî nekare li tu deverekê kar peyda bike û xetere li ser jiyana wî hene. Polîsên ku çûn cihê karê wî, ji bo rêhevalê me ji kar were derxistin gef xwarin û zext kirin. 
 
Weke ciwan em ê dev ji parastina nirxên xwe bernedin. Dewleta ku bi jiyan, malbat, derdor û dibistanê gefan li rêhevalê me dixwin, dê nekarin têkoşîna me ya mafdar krîmînalîze bikin û teslîm bigirin. Yên rewşa û mafdar em in û têkoşîna me ye. Em ê yek kêliyê dev ji parastina wê bernedin. Dê nekarin encamekî ji êrişên li dijî ciwanan bigirin.”