Konferansa Ciwanan a Cîhanê: Hewl didin femînîzmê manîpule bikin

  • ciwan
  • 15:11 5 Mijdar 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku di Konferansa Ciwanan a Cîhanê ya li Parîsê de axivîn wiha gotin: “Kapîtalîzm hewl dide femînîzmê bi kar bîne û divê em li dijî vê hişyar bin.” 

Konferansa Ciwanan a Cîhanê ku bi torên Ronahi û Youth Writing Historyê li Parîsê tê lidarxistin, di roja 3’yemîn de berdewam dike. Di roja dawî ya konferansê de ji Katolanyayê Arran û ji Înîsiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn jî Medya axivî.
   
Nûnera katalan Arran, diyar kir ku kapîtalîzm hewl dide femînîzmê bi kar bîne û wiha got: “Her çend ku mafên jinan di bin navê entegrosyana Yekitiya Ewropayê (YE) de bibêje ‘tolerans û mafên mirovan’ jî, ev wisa nîne. Di esasê xwe de tişta ku ew dixwazin ew e ku mudaxileyî femînîzmê bikin û wê manîpule bikin. Divê em van têgehan çawa fêm bikin? Dewletên li vê derê tundiya li dijî jinan têxin ser stûyê koçberan û di vê çarçoveyê de çendek gavan diavêjin. Weke mînak; Spanyayê li şûna parastina mafên jinan li dijî koçberan qanûn derxist. Hemû xebat ji bo parastina mafên dewlemend û rûçikspiyan e. Weke mînak; Macaristan û Brezîlya li dijî femînîzmê ne. Ev dewlet, femînîzmê weke paşverûtî û biçûk dibînin. Lê belê dema em baş li ser disekinin dibînin ku di bingeha xwe de çandeke.” 
 
ŞOREŞA ROJAVA
 
Ji Înîsiyatîfa Ciwanan a Rojhilata Navîn Medyayê jî bal kişand ser têkoşîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Medyayê wiha got: “Beriya Şoreşa Rojava, jiyana jinan pir xerabtir bû. Beriya şoreşê nedikariyan li ser navê xwe biryarê bidin. Terzekî wan ê wisa hebû ku kedxwariya mafên xwe dikirin. Zîhniyeteke wiha li Rojava hebû. Jin, tenê weke amûra avakirina malê, ya ku dike koleya dewletê, xizmetê dike. Pergaleke wisa hebû ku jin ber bi fihûşê ve dibir û her parçeya bedena jinê hewl didan bifiroşin pergala kapîtalzmê. Li Rojava û Rojhilata Navîn rewşekî wiha hebû. Lê ez dikarim vê bibêjim, bi sedan salan wisa berdewam kir. Li dijî malbat û mirinê serhildanek tune bû. Hevalan ji hêla zayendê ve jî nirxandin kirin. Her wiha hewl dan jinê ji hêla estetîkê jî dûr bixin. Hewl dan jinê ji xwezayê dûr bixin. Lê belê piştî Şoreşa Rojava, li dijî vê rewşê têkoşîneke mezin hate dayîn û tê dayîn. Ji Efrînê heta Serêkaniyê. Roj bi roj vê jî kêm dikin. Lewma yên herî zêde daxwaza azadiyê dikirin, jinên ciwan bûn. 
 
Dibe ku em konferansê li Ewropayê li dar bixin lê li gelek deverên cîhanê jin êşê dikişînin. Weke ku min anî ziman, ji herêma ez jê hatime jî li ser jinan polîtîkaya îşkence û tunekirinê hene. Bi Şoreşa Rojava re ji sala 2011’an heta roja me ev têkoşîn roj bi roj mezin dibe. Têkoşîneke pir mezin tê meşandin. Têkoşîneke xweser heye. Xwe li ser bingeha parastina cewherî pêş dixin.”