Rêxistinên ciwanan: YOK bermayiya 12'ê Îlonê ye

  • ciwan
  • 19:08 6 Mijdar 2023
  • |
img
STENBOL- Rêxistinên Ciwanan ku 42'yemîn salvegera YOK'ê li Qada Beyazitê şermezar kirin, diyar kirin ku YOK "bermayiya" Darbeya 12'ê Îlonê ye û ji bo xwendekaran têxe bin kontrola xwe hatiye avakirin.
 
Rêxistinên Ciwanan, ji bo 42'yemîn salvegera Lijneya Xwendina Bilind (YOK) şermezar bikin, li Qada Beyazitê li hev kom bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser "Em ê di 42'yemîn salvegera YOK'ê de nehêlin jiyana me bê dizîn. Têkoşîn ji bo maf, azadî û siberoja me" nivîsandî hat vekirin û tim dirûşmeyên "YOK, polîs, çapemenî dê ev dorpêç belav bibe", "Em ne bêçare ne, ger em rêxistinkiriî bin em bihêz in" hatin berzkirin. 
 
‘YOK BERMAYIYA 12'Ê ÎLONÊ YE'
 
Li ser navê rêxistinên ciwanan Yaren Sarisaltikê metna daxuyaniyê xwend. Sarisaltikê diyar kir ku YOK "bermayiya" Darbeya 12'ê Îlonê ye û bi armanca kontrolkirina zanîngehan hatiye damezrandin û got: "Ji roja ku hatiye acakirin heya niha ji bo zanngeh bibin cihên antî-zanistî, ji bo sepanên dînparêz-paşverû bên sepandin, ji bo bêwesfkirina perwerdehiyê û ji bo pêkanîna êrişên neolîberal û wekî baxçeyekî sermayeyê û hikûmetan roleke girîng lîstiye. YOK carinan wekî mufredata dersê, carinan jî li nava kampusê wekî polîsan, carinan jî wekî akademîsyenekî paşverû-tacizker û carinan jî wekî giştînameyeke qedexekir dertê pêşiya me." 
 
Sarisaltikê bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiyeyê û çalakiyên xwendekaran ên ji bo bihabûnê û ji bo têkoşîneke rêxistinkirî wiha banng kir. 
 
Herî dawî Sarisaltikê destnîşan kir ku ew li dijî êrişên Îsraîlê li cem gelê Filistînê ne.