Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê li Amedê gel vexwend kongreyê

  • ciwan
  • 15:15 28 Mijdar 2023
  • |
img
AMED - Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê li Amedê belavok belav kir û gel vexwend 1’emîn Kongreya Asayî ku dê di 24’ê kanûnê de bê lidarxistin. 
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) dê di 24’ê kanûnê saet di 10.00’an de bi dirûşma “Vejîneke ciwan” li Amedê 1’emîn Kongreya Asayî li dar bixe. Meclisa Ciwanan di çarçoveya amadekariyên kongreyê de li Amedê banga tevlibûnê li gel kir. 
 
Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê ji Semta Ofîsê ya Bajarê Nû heta ber Mînareya Çarling a li Sûrê meşiyan û belavok belav kirin. Parlamenterê HEDEP’ê yê Amedê Serhat Eren jî tev li meşa ciwanan bû. Di meşê de ciwanan tililî berz kirin û li çepikan dan. Ciwanan bi dirûşman bal kişandin ser polîtîkayên şerê taybet  û dirûşmên “Bijî berxwedana ciwanan” û “Bijî berxwedsana zindanan” berz kirin. 
 
Ciwanên ku gihiştin ber Mînareya Çarling, Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî ku di 28’ê mijdara 2015’an de hatibû qetilkirin bi bîr anîn û meş bi dawî bû.