Ciwanên HEDEP’î bi lêdanê hatin binçavkirin

  • ciwan
  • 18:28 3 Kanûn 2023
  • |
img
ÊLIH - Yek ji endamê Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê Mehmet Alî Teknal ê bi lêdanê li Êlihê hate binçavkirin, ji ber lêdanê li nexweşxaneyê di bin çavdêriyê de ye. 
 
Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) têkildarî 1’emîn Kongreya Xwe ya Awarte ku dê di 24’ê kanûnê de bi dirûşmeya “Vejîneke Ciwan” li Amedê li dar bixin li ser Cadeya Amedê ya Êlihê belavok belav kirin. Polîsên di vê navberê de li Parka Yilmaz Guney pêşî li ciwanan girt gaza îsotê bikaranî û tundî li ciwanan kirin. Piştî tundiya polîsan a li vir ciwanên bi navê Mehmet Alî Teknal, Serhat Salman, Adnan Vûral, Samet Aravîn, Seyîthan Çetel, Fatîh Başaran, Eyup Alphan bi lêdanê hatin binçavkirin. Polîsan pişt re ciwan birin Miduriyeta Polîsan a Êlihê. 
 
DI BIN ÇAVDÊRIYÊ DE YE
 
Hate diyarkirin ku li vir jî polîsan tundî li ciwanan kirine û ciwan ji bo tedawiyê birine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Êlihê. Hate zanîn ku ji ber lêdanê tomografiya ciwanê bi navê Mehmet Alî Teknal hatiye kişandin û li nexweşxaneyê di bin çavdêriyê de ye.